Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî amadekariya rûbirûbûna tektîkên bêsûd yên DAIŞ li Mûsil dikin

Xalid Ta'î

Keçeke Iraqî sipasiya hêzên ewlekarî dike ji ber rizgarkirina malbata wê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li başûrê Mûsilê. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqê ve]

Keçeke Iraqî sipasiya hêzên ewlekarî dike ji ber rizgarkirina malbata wê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li başûrê Mûsilê. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqê ve]

Hêzên Iraqî dibêjin ku ew amade ne ku rûbirûyî hejmarekê ji tedbîrên bêhêvî û tektîkên şaşker bibin ku dê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bikar bîne di demekê de ku operasyona rizgarkirina Mûsilê berdewam e di pêşketina xwe ya bilez de.

Yek ji wan tektîkên ku DAIŞ bikar tîne bikaranîna sivîlan weke mertalên mirovî ye.

Endamên DAIŞ ditirsin ku rûbirûyî serbazên Iraqî di şer de bibin, Selam Elî, serbazekî ji fewca 15ê ya artêşê got, anî ziman ku ew piraniya caran xwe di nav sivîlên bêçek de diveşêrin.

"Lê em ji wan re amade ne û em dê nehêlin ku xelkê biêşînin," wî ji Diyaruna re got.

Xwe xistin di metirsiya nîşangirên DAIŞ, serbazên Iraqî di dema pêşketina serbazî de derbasî gundê Selahiya bûn ji bo rizgarkirina du jinan û pênc zarokên ku ew di navbera fîşekên herdu aliyan de asê mabûn.

"Metirsî ne girîng e," wî got. "Tiştê girîng ku me karî em canê bêsûcan biparêzin."

DAIŞ tedbîrên bêhêvî yên din bikar anîn ji bo hêdîkirina pêşketina artêşa Iraqî ber bi Mûsilê ve, asêgeha sereke ya girûpê li Iraqê.

Bi dehên çekdarên DAIŞ û êrîşkarên xwekuj vê dawiyê êrîşî Kerkûk û Rutba kirin weke hewlekê ji bo "mijûlkirina artêşê û kêmkirina guvaşê li ser çekdarên xwe li Mûsilê", berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Lê ev herdu êrîş bi awayekî şeperze şikestin bi saya hişyarî û mêrxasiya hêzên ewlekarî," wî got.

"Dema ku pilana şerê Mûsilê danî, me xistibû di hesabê xwe de ku dibe xwînrêjên DAIŞ berê xwe bidin hemû metodan ji bo parastina hebûna xwe," wî got.

Endamên DAIŞ hewl dan ku bereyên nû li Kerkûk û Rutba vekin weke hewlekê ji bo bidestxistina serkeftineke medyayî ku dê morala wan bilind bike, wî got jî, lê di dawiyê de, şikestin û hewlên wan bêsûd bûn.

Li Remadî, hêzên Iraqî bi hevahengiyê ligel hêzên heşda eşayirî êrîşeke DAIŞ li naverasta Cotmehê pûç kirin .

"Karên tirsonek"

"Awayê karê wan xweveşartin di nav xelkê de û dorpêçkirina wan li deverên şer e, lê mêrxasiya serbazên me, ku şaş li ser şerê kolanan hatine rahênan, pilanên wan pûç kirin," Resûl got.

Girûpê herwiha berê xwe da şewitandina biqesd, Resûl got, behsa şewitandina Kargeha Kifrîtê ya Mişraq û berê wê bîrên petrolê yên li Qeyara .

"Di hewleke bêhempa de, û bi alîkariya desthilatên pêwendîdar, hêzên me karîn ku şewatan bi temamî kontrol bikin û vemrînin," wî got.

"Em çirke bi çirke çavdêriya pêşhateyan dikin," wî got jî. "DAIŞ kontrolê ji dest dide, û endamên wê ji destpêka şer ve rastî şikestinê hatine. Niha ew tenê bombeyan li aliyên rê diçînin û êrîşan li vir û wir pêk tînin."

Lê belê, Resûl got, "Em dikarin her tiştî ji dijmin pêşbînî bikin, û em amade ne ku mameleyê bi her senaryoyeke şer bikin".

Şerê Mûsilê yekalîker û dîrokî ye, berdevkê Ajansa Dije Terorê Sebah Numan ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku "amadekariya me li gorî astengî û zehmetiyên ku ev şer ferz dike bûn".

"Hemû hewlên dijmin şikestin ji ber ku em baş hatibûn amadekirin ku pêşbînîkirina tiştê nepêşbînîkirî jî," wî got.

"Em di şer de biser dikevin û her tişt li gorî pilanê ye. Hêzên me manoran pêk tînin û ber bi armancên xwe pêş dikevin bêyî ku derfetekê bidin terorîstan ku karên xwe yên tirsonek pêk bînin," wî got.

Kolandina bin DAIŞ

Numan got ku agahî li ba hêzên wî hene derbarê veşargehên DAIŞ di nav Mûsilê de û ew cihê bicihbûna piraniya çekdarên wê, hejmar û alavên wan dizanin.

"Çavkaniyên me yên istixbaratî berî destpêkirina şer bi şeş mehan wêneya tam a rewşê û karên di destê DAIŞ de dane me," wî got.

Vê demê, wî got jî, karîn û morala çekdarên DAIŞ "ku her diçe kêmtir dibin û em berê xwe didin dawiya leystokê".

Niha hêza DAIŞ a bes ji bo kontrolkirina Mûsilê bo demeke dirêj nemaye, pisporê girûpên terorîst Haşim Haşimî ji Diyaruna re got.

Bawer nakim ku girûp siyaseta şewitandina erdê bi awayekî berfireh li Mûsilê pêk bîne weke karvedanekê li hember şikestinên xwe di meydana şer de, wî got jî.

"Dibe ku di dawiya şer de, girûp dê tenê bikaribe êrîşên xwekujî pêk bîne di hewlekê de ji bo xirabkirina serkeftinê. Ev e ew tiştê ku em hertim pêşbîniya wê ji wan dikin. "Êrîşkarên xwekuj çekekî qirêj in û divê em bi temamî hişyar bin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500