Nûçeyên Iraqê

3 Elman ji ber tevlîbûna girûpên tundrew li Sûriyê hatine zindankirin

Dadgeheke Elmanî roja Pêncşemê (3yê Mijdarê) sê ciwanên Elmanî bi çar sal û nîvan zindan ceza kir bi sedema çûnyîna wan bo Sûriyê û karên wan ligel çekdarên tundrew, AFP ragihand.

Yek ji girtiyan, 26 salî ye, bi dirêjtirîn ceza hat hukimkirin, di destpêkê de çû Sûriyê daku tevlî girûpa milîsa Cund Şam bû û ew sala 2013an tevlî çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bû.

"Piştî yekemîn vegera wî ji bo Elmanya, dîsan ew weke şervanekî DAIŞ ji bo çend hefteyan di Tîrmeha sala 2014an de hate pêş," dadgeha li bajarê rojavayî Duesseldorf di daxuyaniyekê de got.

"Piştre di meha Çileyê dûyem de û di havîna sala 2015an de wî dîsan du caran dixwest biçe Sûriyê daku tevlî DAIŞ bibe."

Zilamên din, 24 û 26 salî ne, bi du sal û 9 mehan zindan hatin cezakirin ji ber tevlîbûna di rêzên Cund Şam de ji bo çend mehan di sala 2013an de.

"Mukurhatinên tawanbaran mercên siviker bûn li ser humkmên wan," daxuynaniya dadgehê got.

Cuda ji wê yekê, dozgerên li başurê rojavayê bajêrê Karlsruhe biryar da ku zilamekî 27 salî yê ku ew bawer dikin ku têkilyên wî ligel endamekî DAIŞ li Sûriyê ku operasyonên têkilyên derve yên girûpê birêve dibe hene.

Tê bawerkirin ku ev zilam "hate erkdarkirin ku êrîşekê li Elmanya pilana bike", dozger bê ku peyva xwe zelal bike got.

Li gorî hejmarên ku di Gulanê de ji aliyê ajansa hewalgirî ya Elmanî ve hatibûn belavkirin, 820 kesên tundrew ji Elmanya geşt bo Sûriye û Iraqê kirine.

Nêzî sêyêkî wan vegeriryan û 140 ji wan li derve hatin kuştin, lê 420 hîna li Sûriye û Iraqê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500