Nûçeyên Iraqê

Turkiyê soza derxistina DAIŞ ji Cerablûsê da

Turkiyê roja Sêşemê (23'ê Tebaxê) soza da ku "hemû şêwazên piştevaniyê " bo derxistina "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji bajarê Sûrî yê sînorî Cerablus, AFP ragihand.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu soz daye hevdem ku rapotên rojnamevanî dibêjin ku hêzên ku ji aliyê Enqerayê ve tên piştevanîkirin li ser sînor bicîbûne û haziriya pêkanîna operasyonekê li dijî DAIŞ dikin.

"Em naxwazin DAIŞ li Iraqê û Sûrî hebe," wî ji rojnamevanan re got.

Hevdem, Turkiyê çeperên DAIŞ yên li Sûrî roja Sêşemê bo roja duyem bombebaran kir, weke bersivdayîna hawinên ku li xaka Turkiyê ketibûn.

Du hawin li başurê rojavayê navçeya Karkamis a turkî nêzî sînor beramber Cerablus a Surî, ku ji aliyê DAIŞ pêk hatibû, ketibûn, çapemeniya Tirkî Ragihand.

Topxaneya tirkî êrîşî çar çeperên DAIŞ li Cerablusê bi dora 60 topên hawanê sibeha Sêşemê kirin, piştî bombebarankirina baregehên DAIŞ li bakurê Sûrî êvara Duşemê.

Polîsan bi mîkrofonan hişyarî dan welatiyên Karkamiş ku bajar "ji ber sedemên ewlekarî" vala bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500