Pisporên leşkerî yên Turkiyê roja Pêncşemê (1'ê Îlolê) mayîn ji herêma derdora bajarê Sûrî Cerablusê paqij kirin, ku ew hefteya borî ji "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) hate standin, AFP ragihand.
Şervanên opozisyona Sûrî, bi piştevanîya firokeyên cengî û tankên şer ên Tirk, di operasyoneke bilez de Cerablus ji DAIŞ standin û aniha bajar bi tevahî di bin kontrola wan de ye.
Operasyona nehiştina mayinan herî kêm ji bi dehan bombeyan pêk hat, ku ewrên spî-û-gewr ên mezin ji dûman û tozê dane çêkirin.
Tê texmînkirin ku çeteyên DAIŞ gelek mayin û teqemenî li derdora Cerablusê li pey xwe hiştibin, û operasyonên ji bo wêrankirina wan ji dema girtina bajar ve beriya înekê bi pêş dikeve.