Nûçeyên Iraqê

Tankên Tirk derbasî Sûriyê dibin ji bo pêkanîna êrîşekê li dijî DAIŞ

Di operasyonekê de ji bo derxistina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji bajarekî sinorî yê girîng li Sûriyê tankên Tirk bi piştivaniya balafirên serbazî û hêzên taybet roja Çarşemê (24'ê Tebaxê) derbasî Sûriyê bûn, AFP ragihand.

Êrîşa bejayî û asmanî, ku çekarên Sûrî jî li xwe digre, armancê wê derxistina çekdarên DAIŞ e ji bajarokê Cerablus , yê ku li raserî Tirkiyê ye.

Çekdarên Sûrî roja Çarşemê gotin ku wan bi temamî navenda bajarok kontrola kiriye û çekdarên DAIŞ revîne Babê.

Operasyona "mertalê Firatê" dora saet 4'ê sibehê destpê kir, ûtopxaneya Tirk bi dehên cihên DAIŞ li derdora Cerablusê kirin armanc, bîroya serokwezîrê Tirk got.

Balafirên serbazî yên coreya F-16 yên Tirk, bi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniyê, li çeperên DAIŞ li Sûriyê dan.

Medyaya fermî ya Tirk got ku operasiyon zû serkeftina xwe ya yekemîn pêk anî û şervanên Sûrî gundê Keklîcah ji DAIŞ standin, ku ew bi dûrahiya pênc kîlometran dikeve rojavayê Cerablusê de.

Bi dehên molgehên DAIŞ di êrîşên Çarşemê de hatin wêrankirin. Hevdem topxaneya tirk 70 armancên DAIŞ wêran kirin, li gorî televizyona Tirk.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500