Nûçeyên Iraqê

Turkiyê tankên zêdetir dişîne sînorê Sûriyê

Turkiyê roja Pêncşemê (25'ê Tebaxê) yekîneyeke nû ya tank û wesayitên zirxî şande nav Sûriyê, piştî rojekê ji êrîşeke bi serkêşiya Tirkan ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji bajarekî sînorî ku ji sala 2013 di destê wê de bû derxist, AFP ragihand.

Tank li rastî yên ku roja Çarşemê sînor derbas kiribûn weke beşekî ji Operasiyona Mertala Firatê, ku armanca wê nehiştina çekdarên DAIŞ li herêma sînorî ya bakurê sûriyê ye .

Êrîşê DAIŞ ji bajarê Sûrî Cerablus derxist, Serokê Tirk Recep Tayip Erdogan roja Çarşemê got, şervanên hevbendiya opozîsyonê ragihandin ku girûp ber bi başûr ve bi aliyê bajarê Babê de vekişiyaye.

Operasyonê bi beşdariya hêzên taybet ên piyade yênTirk û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi piştgiriya êrîşeke bejayî ji aliyê şervanên opozîsyona Sûrî ve cihên DAIŞ kirin armanc û ew hêz roja Çarşemê piştî berxwedaneke lawaz ber bi Cerablusê û gundewarên derdorê ve bi pêşketin.

Rojnemeya Hurriyet daily, li ser zarê çavkaniyên leşkerî, got ku 100 çekdarên DAIŞ di êrîşê de hatine kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500