Nûçeyên Iraqê

Turkiyê bi awayeke demkî dergehê sînorê ligel Sûriyê digre

Turkiyê roja Duşemê (14ê Mijdarê) dergehekî sînorî ligel Sûriye li parêzgeha Kilis piştî pevçûnên dijwar li bajêrê Ezazî ya Sûrî girt, AFP ragihand.

Dergehê sînorê bi tenê ji bo ambûlansan vekirî dimîne, berpirsekî xwecihî got.

Medyaya Turk ragihand ku girtina dergehê Oncupinar ê sînorî, ku li hember dergehê Selama li Sûriye ye, rêkarekî emnî yê demkî ye piştî pevçûnên li ser erdên Sûrî hat bicihkirin.

Ezaz yek ji gelek gund û bajêrên Sûrîye ku ji aliyê çekdarên opozisyonê ve hatine kontrolkirin û ew ji dema destpêka êrîşa bi piştgiriya Turkiyê, ku 24ê Tîrmehê destpê kir, armanca "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin.

Parêzgarê Kilis Ismail Catakli got ku sînor bo alîkariyên mirovî û tevgera bazirganî girtî ye "ji ber pêşketinên li rexê din yên sînor", Ajansa Nûçeyan a Dogan ragihand.

Nediyar e dê kengî dergehê sînorî dîsan vebe.

Cîgirê Serokwezîrê Turkiyê Numan Kurtulmus got ku şervanên opozisyona Sûrî "nêzî Babê bûn", bajêrkî di bin destê DAIŞ de ye, anî ziman jî ku Turkiyê ji bo handana hêzên opozisyonê alîkariya asmanî vegerand.

Roja Yekşemê, opozisyona Sûrî û hêzên Turk bi tenê du kîlometran ji Babê dûr bûn, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500