Nûçeyên Iraqê

Gumanbarê Sûrî yê plangerê bombeyê li Elmaniya di zindanê de bi mirî hate dîtin

Xortê Sûrî yê gumanbarê êrîşeke bombeyî li balafirgeha Berlin di zindana xwe de roja Çarşemê (12ê Cotmehê) piştî xwekuştinê bi mirî hate dîtin, AFP ragihand.

Cabir Elbekir, yê ku du rojan berê hatibû girtin piştî dûvçûneke li sernserê welat piştî ku polîs teqemenî di mala wî de dît, darvekirî di hucreya girtîgeha xwe de li rojhilatê bajêr Leipzig hat dîtin.

"Cabir Elbekir bi xwe dawî li jiyana xwe anî di nexweşxaneya girtîgeha Leipzig de," hikûmeta wîlayeta Saxony di daxuyaniyekê de got.

Elbekir yê 22 salî, ji polîsên komando berbanga Şemiya borî reviyabû lê piştî 48 saetan hate girtin, bi saya. spasî ji bo sê hevwelatiyên wî, yên ku gotin ku piştî ku wan ew nasî, wî girêdan û ew radestî polîsan kirin.

Mirinê, tirsên ku dibe Elmanya bi pilanên ji bo êrîşên li ser balafirgeha Berlînê qet nizanibe belavbûn, ku Elbekir dixwest ku bi navê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) wê êrîşê pêk bîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500