Nûçeyên Iraqê

Berpirs: Gumanbarê DAIŞ pilan dikir balafirgeha Berlînê bike armanc

Penaberekî Sûrî li Almanya roja Duşemê (10ê cotmehê) piştî ku ji aliyê sê hevwelatiyan ve hate girtin pilana encamdayîna teqînekê di balafirgeha Berlînê de bi navê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikir, AFP Ragihand.

"Me agahî ji dezgehên nepenî wergirt ku wî dixwest tirênên li Elmanyayê bike armanc beriya ku di dawiyê de biryara hedefgirtina yek ji balafirgehên Berlînê bide," Serokê Îstixbarata navxweyî Hans-Georg Maassen ji kanala televîzyonê ya Elmanî ya giştî ARD re got.

Biryara girtina gumanbar Roja Înê hat dayîn, piştî ku wî gilwiya hilyayî-germ kirî.

"Me bawer dikir ku ev berhema kîmyawî ya dawî ye ku wî pêwîst dît ji bo çêkirina bombe yê," Maassen got.

Cabir Elbekir, 22 Salî, bi Riya tora polîsan roja Şemiyê bi zehmetî girtin dema ku Komando derbasî epartmana wî bûn û 1.5 kîlo TATP, teqemeniyên duristkirî ku ji aliye êrîşkarên li êrîşên Parîs û Brukselê hatibû bikaranîn, dîtin.

Pisti çavdêriya herdu rojan, dawiyê bi polîsan bi alîkariya sê hevalên Surî yên Bekir li rojhilatê bajare Leipzig gihîştin armanca xwe.

Hersê Sûrî gotin ku ew li nêzî Elbekir li wîstgeha tirênê bûn dema ku wî li cihekî vehewandinê dipirsî. Wan ew bir mal, lê paşî dizanîn ku ew gumanbarê pilankirina teqînekê pêşbînîkirî piştî ku polîsan hişiyarî dabûn.

ElBekir hewla bertîlkirina zilaman dabû, yên ku banga wî red kiribûn û wî bi kebla elektrîkê ve girêdan heta polîs gihştin cihê wan.

Şêwerdara Elmanî Angela Merkel, roja Duşemê spasî da, û got ku Sûriyan "beşdarîeke bêhempa" di girtinê de kirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Federasyona Yekîneyên Polîs, Sebastian Fiedler, herweha bi "nîşaneke pir erênî binavkir û nabe hemû penaber di bin gumanê dewere dîtin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500