Nûçeyên Iraqê

Siyasetvanên Elman banga xelatkirina "qehremanên" Sûri dikin

Roja Çarşemê (12ê Cotmehê) banga li Elmanya bilidbûn ji bo xelatkirina "qehremanên" ku wan kesekî ku gumam heye ku wî pilan dikir balafirgeha Berlînê biteqîne girt, AFP ragihand.

"Ev ciwan hêjayî Xaça Federal a Merit in," pisoporê berevaniya Demokrata Civakî Johannes Kahrs ji rojnameya Bild a rojane re got, çaxê ku wî behsa mezintirîn xelata sivîlan dikir.

"Karê wan encam dayî nîşana rêzgiritina wan ji welatê mêvandarê wan, Elmanya re ye... Zehmet e ku integrasyoneke zêdetir bê xeyala kesekî (di vî welatî) de. Ev nimnûneyî ye," wî got.

Hejmarek ji siyasetvan jî bang li hukmetê kir ku bilez her sê awareyan xelat bike.

"Tiştê ku van sê kesan kiriye destaneke qehremaniyê ye û divê baş bê nasandin," serokê komîteyekarûbarên hundir ya parleman, Ansgar Heveling, got.

"Divê formê penageha wan zû bê lênêrîn... û divê rêyek ji bo xelatkirina wan li ser pêbendiya wan hebe," Heveling ji rojnameya Berliner Zeitung a rojana re got.

Sê Sûrî bê mebest keskî 22 salî yê bazdayî Cabir Elbekir, ku lêkolîner bawer dikin ku têkiliyên wî ligel "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) heye, vexwendin ku li mala wan li rojhilatê bajarê Leipzig bimîne.

Paşî wan zanî ku Elbekir ji aliyê polîsan ve tê xwestin, polîsan roja Şemiyê êrîşî mala wî kir û 1.5 kîlo teqemenî ku li mal hatibûn çêkirin dît.

Piştî dîtina daxwaza polîsan a xeberlêdanê bi Erebî li ser Facebookê, wan Sûriyan ew kesê bazdayî girtin û ew girê dan, piştre têkilî bi polîs kirin daku bên wî bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500