Nûçeyên Iraqê

Bi alîkariya Sûriyan, polîsê Elmanî gumanbarekî bi pilankirina teqînekê girt

Zilamekî Sûrî bi pilankirina êrîşeke bi bombeyan li berjewendiya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gumanbar bû roja Duşemê(10ê cotmehê) ji aliyê polîsê Elmanî bi alîkariya sê ji welatiyên wî hate girtin, AFP ragihand.

Cabir Elbekir ,yê 22 salî, bi riya tora polîsan roja Şemiyê bi zehmetî hat girtin dema ku komando derbasî epartmana wî bûn û 1.5 kîlogram TATP dîtin, teqemeniyên duristkirî ku ji aliyê êrîşkarên êrîşên li Parîs û Brukselê sala borî hatibû bikaranîn.

Teqemenî "hema bêje amade bûn, anjî tam amade bû ji bo bikaranînê," Joerg Michaelis, Vekolerê mezin li welayeta rojhilat a Saxonî got, da zanîn jî ku diyar bû ku gumanbar "bombe, herî zêde dixuye ku weke êlekekî bombekirî amade dikir".

Piştî çavdêriya roja dawiya heftiyê, dawîyê polîsan bi alîkariya sê hevalên Sûrî ên Bekir gihiştin hedefa xwe, û ew di epartmana wî de li rojhilatê bajarê Leipzig girtin.

"Şahid hat qereqola polîsan û got ku ew El Bekir dinase ... û wêneya Elbekir li ser telefona mobîl a wî hebû," Michaelis got.

"Herweha wî got ku hevepartmanên El Bekir ew girêdan, û divabû em biçin mala wî."

Polîsan hûragahiyên zêde li ser xeberlêdanerên Sûrî ne dan ji ber tirsa pêkhatina tolhildaneke li dijî wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500