Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî cihên DAIŞ li Selahedîn, Remadî, armanc digrin

Êrîşên asmanî yên Iraqî heşt çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li parêzgeha Selahedîn li navçeya el-Şêx Alî kuştin, Wezareta Berevanî ya Iraqî roja Pêncşemê (11ê Tebaxê) got.

"Heşt terorîst hatin kuştin, ên din jî birîndar bûn û otombîlek di êrîşa asmanî de hate wêrankirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Herwiha balafirên hevpeymaniyê du çekdarên DAIŞ kuştin û veşargeheke çekan nêzîkî Remadî wêran kirin, Fermandarê Operasyonên Serbazî li Enbarê Lîwa Îsmaîl el-Mehelawî roja Pêncşemê got.

"Veşargeheke mezin a çekan hat wêrankirin û du çekdarên DAIŞ di du operasyonên cuda de hatin kuştin ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî û hêzên Iraqî ve li bakur û li rojhilatê Remadî hatin pêkanîn," el-Mehelawî ji Diyaruna re got.

"Balafirên hevpeymaniya navdewletî çek û veşargeha cebilxaniya DAIŞ li el-Cerayşî, li bakurê Remadî, kirin armanc û bi temamî wêran kirin" wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500