Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî "gelek" çeteyên DAIŞ li Enbarê dikujin

Êrîşên asmanî yên Iraqî çar navendên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakurê parêzgeha Enbarê wêran kirin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Înê (22'ê Tîrmehê) got.

"Navendên ku bûn armanca hêzên asmanî yên Iraqî li çend deverên li bakurê Ramadî dikevin," Fermandarê Operasyonên Leşkerî yê Enbarê lîwa Îsmaîl el-Mehelawî di civîneke çapemeniyê de got.

"Ji me re hate piştrast kirin, ku ew navendan bi tevahî hatine wêran kirin û ku gelek li hundirê wan, di nav wan kesin ne-Iraqî, hatine kuştin," el-Mehelawî got.

Herwiha, operasiyona rizgarkirina Girava el-Xalidiyê berdewam e, û DAIŞ hewl da ku derfeteke ji bo reva ji deverê bibîne, serokê polîsê Enbar lîwa Hadî Kesar Erzayic di civîna çapemeniyê de roja Înê (22'ê Tîrmehê) got.

"Armanca me ya sereke derxistina çeteyên DAIŞ e pêş rizgarkirina bajar bi temamî, ji çemê Firatê li bakur destpêdike û bi devera niştecîkirî ya giravê bi dawî dibe, ku 20 kîlometran li rojavayê bajarê Remadî dikeve," wî got.

"Hêzên Iraqî vê sibê sê terorîst kuştin û otombîleke wan wêran kirin li Elbu Faûr li ser girava el-Xalidiyê dama ku wan hewl dida birevin" wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500