Nûçeyên Iraqê

Bi dehên çekdarên DAIŞ di operasyonên Nînewe û Enbarê de hatin kuştin

Di operasyonên ewlekarî de li seranserê Iraqê roja Înê (30ê Îlonê) "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rastî şikestinên giran li ser asta çekdaran û meteryalan hat, li gorî Wezreta Berevaniya Iraqî.

Li parêzgeha Nîneweyê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî du moglehên DAIŞ yên girîng wêrankirin û bi dehên çekdarên girûpê hatin kuştin û birîndarkirin, berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Balafirên şerê yên hevpeymaniyê roja Înê êrîşên asmanî pêk anîn û kampeke rahênanê û veşargeheke çek û teqemeniyan li başûr û başûr-rojavayê Mûsilê kirin armanc û bi temamî wêran kirin û herî kêm 40 terorîst hatin kuştin û birîndarkirin," wî got.

"Hejmarên mezin ji cebilxane û çekên DAIŞ jî di êrîşan de hatin wêrankirin yan rûxandin," wî got.

Li Enbarê, êrîşên asmanî yên Iraqî 33 çekdarên DAIŞ kuştin, Fermandairya Operasyonên Enbarê got.

"Hêza asmanî ya artêşê êrîşî şeş armancên DAIŞ li Hay Sînaî li Enah kirin, di nav de civîneke endamên girûpê hebû," Fermandarê Operasyonên Serbazî yên Enbarê eqîd Îsmaîl el-Mehelawî ji Diyaruna re got.

"Êrîşên asmanî zemînê ji bo pêkanîna operasyonên serbazî yên vegerandina Anah ji DAIŞ xweş dikin," el-Mehelawî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500