Nûçeyên Iraqê

DAIŞ rastî têkçûnên giran li gelek deverên Iraqê tê

Hêzên Iraqî 33 endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin piştî ku hewl didan êrîşî Zengûra li bakurê Remadî bikin, fermandarê polîsên Enbarê Lîwa Hadî Kesar Erzayic roja Pêncşemê (16ê Hezîranê) got.

"Hêzên ewlekariyê bersiva êrîşeke DAIŞ li ser Zengûra dan, 33 endamên DAIŞ kuştin û otombîleke bombekirî wêran kirin," Erzayic ji Mewtinî re got.

Hêzên Iraqî rewşa ewlekarî bi deverê bi temamî kontrol dikin, wî got, anî ziman jî ku wan hejmarek ji nobedaran bicih kirine da ku sivîlan biparêzin û reftarê ligel her çalakiyeke gumanlêkirî bikin.

Li bakurê Iraqê, êrîşeke asmanî ya hevpeymaniya navdewletî 9 endamên DAIŞ kuştin û herî kêm 20ên din birîndar kirin nêzîkî el-Şerqat li başûrê Mûsilê, fermandariya operasyonên Neynewa got.

"Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî depoyeke teqemeniyan û cihekî razanê yê DAIŞ li el-Hey el-Sînayî li el-Şerqat wêran kirin," fermandarê operasyonên Neynewa Necimedîn Kerîm el-Cibûrî ji Mewtinî re got.

"Agahiyên berdest piştrast dikin ku neh terorîst hatin kuştin û herî kêm 20ên din birîndar bûn, û ku sê tonên teqemenî, çek û cebilxaneyê hatin wêrankirin," wî got.

Teqemenî heta bêtirî şeş saetan piştî êrîşa asmanî hîn dişewitîn, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500