Balafirên şer ên hevpeymaniyê 17 êrîşên asmanî di 24 saetên borî de li ser armancên diyarkirî yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakur û rojavayê Iraqê pêk anîn, Wezareta Hundir a Iraqê roja Sêşemê (12'ê Tîrmehê) got.
"Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî 19 armancên DAIŞ di 19 êrîşên asmanî de li bajar û deverên bin destê DAIŞ wêran kirin," berdevkê wezaretê Emîd Saed Maen ji El-Şurfa re got.
"Di nav armancan de avêjerên rokêtan, karwan, komgeh û cihên DAIŞ, û du kargehên çêkirina bombeyan," wî got.
"Êrîşên asmanî ziyanên canî û madî yên mezin gihandin girûpê,” wî got.