Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêza asmanî ya Iraqî karînên DAIŞ li Felûce qels dike

Xalid el-Taî

Hêza asmanî ya Iraqî belavokan bi ser Felûce diavêje û xelkê şîret dike ku xwe ji bingehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" bi dûr bixin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê]

Hêza asmanî ya Iraqî belavokan bi ser Felûce diavêje û xelkê şîret dike ku xwe ji bingehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" bi dûr bixin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê]

Hêza asmanî ya Iraqî roleke yekalîker di şerê rizgarkirina Felûce ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê"(DAIŞ) de dilîze bi rêya peydakirina piştgiriyeke girîng ji hêzên bejayî re, berpirs dibêjin.

Ji 22ê Gulanê ve, hêzên Iraqî di êrîşeke serbazî ya mezin de ji bo derxistina DAIŞ ji Fellûce, yek ji asêgehên sereke yên dawî yên wê grûpê li Iraqê, beşdar in.

"Hêza asmanî ya Iraqî di şerê li dijî DAIŞ de berî demeke dirêj ji destpêka operasiyona rizgarkirina Felûce beşdar e," Fermandarê Hêza Asmanî Ferîq Rukn Enwer Heme Emîn got.

Lê bi destpêka operasiyona "Şikandina Terorizmê" ji bo vegerandina Felûce, wî got jî, "me êrîşên xwe yên asmanî zêde kirin û niha 24 saetan di rojê de pêk tên".

"Her tevgerek ji endamên terorist rasterast tê armanckirin û em derfetê nadin wan ku henaseya xwe bistînin, xwe rêk bixin û xwe bicih bikin daku êrîşî hêzên me bikin," wî ji Mewtinî re got.

"Me cihên girîng ên dijmin li nav û derveyî Fellûce kirin armanc," wî got, "di nav de kargehên çêkirina bombeyên destî yên çandî û otombîlên bombekirî,veşargeh çek û amûran, navendên kontrolê, û bingehên kombûna xwekujan ku weke "malên mêvandariyê" tên naskirin.

Êrîşên asmanî li armancên girîng ên DAIŞ didin

Êrîşên asmanî derbeyên giran li DAIŞ dan, bi sedên endamên wê kuştin û karînên wê yên şer jinav birin, Emîn got jî.

Ew armanc ji kargehên çekên kîmawî li el-Secer, kargeha bombekirina otombîlan li el-Hey el-Sinayî, û veşargehên çek û rokêtan li taxa el-Colan pêk tên, li gorî daxuyaniyeke fermandariya operasiyonên hevbeş.

Êrîşên asmanî herwiha sîstemeke pêwendiyê û cihekî veşartî ji bo bombekirina otombîlan li rêveberiya çakirina elektirîka Felûce kirin armanc, herwiha kuneke têlên bombe û teqemeniyan nêzîkî pira el-Şiêba.

Êrîşeke asmanî ya din navendeke biryardanê ya DAIŞ wêran kir, 10 endamên grûpê kuştin, daxuyaniyê got, bal kişand ser wê yekê jî ku girtiyên ku DAIŞ weke dîl girtibûn li zîndaneke veşartî ya di bin erdê de ku li derdora wî cihî bû karîn birevin.

"Êrîşên me tevlîhevî di refên teroristan de çêkirine û hevsengiya wan jihev xistiye," Emîn got.

"Dema Felûce bi temamî were rizgarkirin û piştî bidawîbûna şer, medya dê bikaribe bibîne ku êrîşên me bi baldarî girîngî didan cih û armancên diyarkirî," wî got.

Êrîşên asmanî bi hayedarî tên pêkanîn ji bo dûrketin ji mirina sivîlan û zerera ku dibe bigihe jêrxaneyê, wî got jî.

"Me daxwaz ji xelkê kir berî ku operasiyona serbazî destpê bike, bi rêya belavokên ku ji asman ve tên avêtin, ku ji bingehên DAIŞ dûr bikevin ji bo selametiya wan û ji bo asankirina erkê girtina teroristan," Emîn got.

Di baweriya me de nêzîkî 50,000 sivîl li Felûce asê mane.

Hêza asmanî dê berdewam be li ser peydakirina piştgiriyê ji yekîneyên bejayî re "heta serkeftin were bidestxistin û hebûna DAIŞ li Iraqê bidawî bibe", wî got.

Guhertina hevsengiya şer bo berjewendiya Iraqê

Piştgiriya hêza asmanî ya Iraqê yekalîker bû di guhertina hevsengiya şer de bo berjewendiya Iraqê, endamê encumena parêzgeha Enbar Ezal el-Fehdawî ji Mewtinî re got.

"Balafirên Iraqî asêgeh û xetên berevaniyê yên teroristan bombebaran dikin, wiha dihêlin ku hêzên bejayî êrîş bikin, bicih bibin û bilez erdê bistînin," wî got.

"Êrîşên asmanî dihêlin ku şervan pêş bikevin û berxwedana dijmin gelekî kêm dikin, ew dijminê ku di rojên borî de gelek deverên ku di bin kontrola wî de bûn nêzîkî Felûce jidest dan, yên herî diyar el-Kerma, Elbû Şecel, Elbû Elî, Elbû Elî, Elbû Obeyd, Elbû Asî, Elbû Şihab, Elbû Hewa û Elbû Balî," wî got.

Hêzên ewlekariyê serkeftinên girîng bidest dixin û bi gavên sabit bi pêş dikevin, wî got. "Di demeke gelekî nêzîk de hemû bajar li parêzgeha me dê ji bin kontrola teroristan bên rizgarkirin."

Êrîşên asmanî alîkariyê di qelskirina karînên DAIŞ û zêdekirina serkeftinan de dikin, qayimeqamê Felûce Îsa Sayir el-Îsawî ji Mewtinî re got.

"Îro, bi xêra piştgiriya asmanî, hêzên me hêdî hêdî ji rizgarkirina temam a Felûce nêzîk dibin piştî ku karîn di çend rojên borî de DAIŞ li derdora bajar bişkînin," wî got.

Deverên rojhilatê Felûce weke el-Kerma û el-Secer, heta pira el-Tufaha, kargeha çimento, dikanên xwarin û tekeran û taxa el-Nuaimiya ber bi başûrê bajar ve, hemû niha ewle ne, wî got.

Hêzên Iraqî niha ji el-Seqlawiya ber bi rojava ve pêş dikevin, hevdem operasiyon berdewam in ji bo paqijkirina devera el-Hesa li başûrê rojava, wî got jî.

"Komên terorist rojên xwe yên dawî li Felûce dijîn," el-Îsawî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500