Nûçeyên Iraqê

Hêzên hevpeymaniyê kempa meşqkirinê ya DAIŞ wêran dike

Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî roja Duşemê (6'ê Hezîranê) du armancên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) wêrankrin, di nav wan de kempeke meşqkirinê li Beac heta bi başûrê Mûsilê ve, fermandarê operasiyonên Mûsilê got.

"Balafirên şer ên hevpeymaniyê bombebarana avahiyeke DAIŞ û kempeke meşqkirinê li Beac kirin, herî kêm 40 terorist kuştin," fermandarê operasiyonên Nînewe Necim el-Dîn Kerîm el-Jubûrê ji Mewtinî re got.

"Êrîşên asmanî, vê sibehê despê kirin, çek,otombîl û alavên DAIŞ jî rûxandin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500