Nûçeyên Iraqê

NY di lêkolînên derbarê êrîşên kîmyayî li Sûriyê de pêş dikeve

Di raporeke roja Duşemê (13ê Hezîranê) de, tîmeke NY got ku ew di lêkolînên derbarê neh êrîşên bi çekên kîmyayî li Sûriyê de pêş ketine lê hîn aliyê tawanbar destnîşan nekirine, AFP ragihand.

Mîkanîzma Lêkolînê ya Hevbeş (JIM) ku ji aliyê Encumena Ewlekariya NY ve hatiye danîn par daxwaza agahiyên bêtir ji hikûmetên cîhanê, di nav wan de rejîma Sûriyê, kir ji bo destnîşankirina aliyê berpirs ji êrîşan.

JIM hewldana herî konkrêt a NY e ji bo pêkanîna lêpirsînên di şer de.

"Lêkolînên derbarê her neh haletan di liberçavgirtina mîkanîzmê hemû pêş ketine," JIM di daxuyaniyekê de ji bo Encumena Ewlekariya NY got. Lê belê, raporê got jî, destnîşankirina aliyên berpirs "bi berdewamî girêdayî bidestxistina agahiyên bêtir e".

Tîma 24-kesî wê encaman di Tebaxê de pêşkêş bike, dema ku sala wê ya erkdarkirinê bidawî were, lê encumen dikare daxwazê ji panelê bike ku karê xwe berdewam bike eger heta wê demê lîsteyeke tawanbaran pêşkêş nekir.

Panel lêkolînan derbarê neh êrîşên bi çekên kîmyayî yên jehrî dike ku di 2014 û 2015an li parêzgehên Hema, Idlib û Helebê pêk hatibûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500