Nûçeyên Iraqê

Raporta NY dibîne ku rejîma Sûriyê û DAIŞ êrîşên kemyayî pêk anîbûn

Lêkolîneke NY dibêje ku rejîma Sûriyê herî kêm du êrîşên kîmyayî li Sûriyê pêk anîne û "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gaza xerdel weke çekekî bikar anîye, AFP roja Çarşemê (24'ê Tebaxê) ragihand.

Panelê karî tawanbarên sê ji êrîşên kîmyayî destnîşan bike ku ew di salên 2014'an û 2015'an de pêk hatibûn, lê wê nekarî bigihe tu encaman di derbarê şeş haletên din de ku wan lêkolîn li dor wan jî dikir.

Mekanîzima Lêkolîna hevbeş dît ku rejîma Sûrî du çekên kîmyayî avîtine du gundên Idlibê: Telmenes di 21'ê Nîsana 2014'an de û Sarmin di 16'ê Adara 2015'an de.

Ji panelê re diyarbû ku DAIŞ "tek girûp e ku karîn, şiyan, motîv û rê li ba wê hebûn ji bo bikaranîna xerdela sulfor" di êrîşeke li ser Merî'e li bakûrê Helebê di 21'ê Tebaxa 2015'an de.

Raportê got ku di van her sê haletan de "agahiyên pêwist ji bo gihştina bi encamekê li dor kesê encamder hebûn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500