Nûçeyên Iraqê

Firensaû Brîtanya ji NY dixwazin ku sizayan li ser çekên kîmawî yên li Sûriyê deyne

Brîtanya û Fransa roja Sêşemê (29ê Mijdarê) gotin ku ew dê nêzîk çareseriyekê ji Encumena Ewlekariyê ya NY re pêşkêş bikin ku ew dê daxwaza sepandina sizayan li ser desthilatdarên Sûrî yên berpirsiyarê bikaranîna çekên kîmawî bikin, li gorî AFP.

Lêpirsîna hevbeş a ji aliyê NY û rêxistina Qedexekirina Çeken Kîmawî tê encamdan, dît ku çend yekîneyên artêşa Sûrî çekên jehrawî li dijî sê gundên li bakurê Sûriyê di herdu salên 2014 û 2015an bikar anîbûn .

Herwiha "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gaza xerdelê di êrîşekê de li Sûriyê bikar anîbûn, Lêkolîna hevbeş gihişte vê serencamê .

Balyozên Brîtanya û Fransayê bo NY, roja Sêşemê gotin ku ew dê reşnivîseke çareseriyan wan pêşkêşî Encumena Ewlekarîyê kiriye ji 13 endamên din ên encumenê re pêşniyar bikin.

"Mekanîzmaya Lêkolîna hevbeş gelekî zelal bû, ku rêjîma Sûriyê çekên kîmawî bikar anîbûn," Balyozê Brîtanya Metta Rycroft got.

"Em dê ligel Brîtanya reşnivîseke biryara sizakirina berpirsiyarên bikaranîna çekên kîmawî li gorî rapora JIM ê pêşinyar bikin," balyozê firensî François Delattre got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500