Nûçeyên Iraqê

Polîsên Kerkûkê şaneke DAIŞ ku li pişt teqîna bîrên petrolê bû ji hev dixin

Polîsên Kerkûkê roja Înê (10'ê Hezîranê) şaneke şeş-kesî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girt ku li pişt êrîşa li ser bîrên petrolê li parêzgehê bû meha borî.

"Polîsên hevbeş û hêzên Asayişê operasiyonek li ser du avahiyan li deverên el-Sikak û el-Îskan li rojava û başûrê rojavayê Kerkûkê pêk anîn û şeş çekdar girtin ku şaneyeke terorê pêk tanîn," berdevkê polîsan Eqîd Selam el-Caf ji Mewtinî re got.

Di operasiyona girtinê de polîsan dest danîn ser çek, cebilxane û teqemeniyan, wî got, anî ziman jî ku kesên girtî li pişt êrîşên li Kerkûkê di meha borî de bûn, di nav de êrîşeke bi rokêtan li ser zeviyeke petrolê ku b[ sedema agirgirtina du bîrên petrolê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500