Hêzên Iraqî 56 bîrên petrolê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li başûrê Mûsilê vegerand, fermanderekî serbazî yê Iraqî roja Sêşemê (18ê Cotmehê) got.
"Hêzên artêş û Polîsê Federal roja Sêşemê 56 bîrên petrolê ji DAIŞ li nêzî devera Ên Cehiş li Geyara, başûrê Mûsilê vegerandin," berdevkê Firqeya 5ê eqîd Mihemed el-Hemedanî got.
Hêzên ewlehiyê hîn li hemû eniyan pêş dikevin weke beşek ji operasyona rizgarkirina Mûsilê, wî got.