Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şewitandina bîrên petrolê ji aliyê DAIŞ ve azara sivîlên Iraqî yên rizgarbûyî zêde dike

AlaHusên li Bexdayê

Zilamekî Iraqî di kolanekê re dimeşe ku ew bi dumanê hatiye nixumnadin piştî ku agirek li bîreke petrolê ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat pêxistin li devera Geyara li başûrê Mûsilê di dawiya Cotmeha 2016an de. [Yasîn Akgul/AFP]

Zilamekî Iraqî di kolanekê re dimeşe ku ew bi dumanê hatiye nixumnadin piştî ku agirek li bîreke petrolê ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat pêxistin li devera Geyara li başûrê Mûsilê di dawiya Cotmeha 2016an de. [Yasîn Akgul/AFP]

Dûyê agirê ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) berda bîrên petrolê hîn asmanê Geyara tije dike ji bêtirî du mehan piştî ku hêzên Iraqî girûp ji deverê derxistin, xelkê deverê ji Diyaruna re gotin.

Berpirsên Iraqî dibêjin ku dûyê giran ê agirên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine pêxistin û ji navçeyê ber bi başûrê rojhilatê Mûsilê ve dirêj dibe armanc jê peydakirina sitareke ji dû bû ku dê alîkariyê di parastina girûpê de ji lêdanên asmanî yên Iraqî û yên hevpeymaniyê bike.

Lê ev yek bêsûd bû, wan got, anîn ziman ku vê yekê bi tenê xizmeta wan di dirêjkirina zehmetiyên xelkê ku neçar bûn tehmûla hukmê grûpê bikin kir.

Ligel ewrê ji dûyê reş, çîneke teniyê li ser daran, cilan, avahiyan û heta bi li ser çermê dewar û pezan jî çêbûye, xelkê Qeyara gotin, û dûyê mayî dibe sedema xeniqîn û kuxika wan.

Kesên bitemen û nexweş bi awayekî taybet gelekî pê bandorbûne, wan got.

"Her dema ku terorîstan hest bi şikestina di şer de kirin, agir berdan bîran û reviyan," Bavê Nîdal, welatiyekî ji Qeyara ku xwest bernavekî bikar bîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

"Ew bûn sedema ku em rastî vê krîza xeniqînê bibin," wî ji Diyaruna re got.

Ligel lewitandina hewayê ji encama vî dûyî, wî got, petrola şewitî li kolanan diherike, rêyan digre û bihnên nexweş jê tên.

Zarok gazinda wê yekê dikin ku ew nikarin bi şev rakevin, û dibêjin hilma ku jê tê nefesê teng dike, hevdem dayik dibêjin ku cilên malbatên wan her roj reş dibin, tenê ji ber teniya ku li ser têla raxistinê jî piştî ku cil tên şiştin li ser cilan kom dibe.

Metirsiyên tenduristî yên cidî

Lewitandina ku ji encama şewitandina bîrên petrolê çêdibe bûye sedema ziyaneke metirsîdar li ser tenduristiya xelkê, berdevkê medyayî yê Wezareta Tendirustiyê Ehmed Redînî ji Diyaruna re got.

Ji encama vê yekê haletên dem-kurt çêdibin weke zêdebûna hestiyariyê û tengbûna nefesê ji ber zêdebûna asta pîsbûna hewayê, wî got, ligel ziyanên dem-dirêj, weke penceşêra singê û têkçûna şanên singê.

Ligel dûyê şewata ji bîrên petrolê, Redînî got, dûyek li hewayê heye ji şewata fabrîkeya Mişraq a kifrîtê tê .

Piştî vê bûyerê, nêzîkî 500 kesên bi sîmayên xeniqînê bo nexweşxaneyên li bajarên derdorê hatin rakirin ku li wir çareseriya bi oksijînê wergirtin, wî got.

"Wezareta Tendirustiyê tevahiya stafê xwe tevgerand ji bo rûbirûbûna vê krîza mirovî," Redînî got.

Sê nexweşxane û neh navendên tendirustî li parêzgeha Nînewa bi hemû pêwîstî û alavên mameleya ligel haletên wisa ji henasekirina dû hatine peydakirin, wî got.

Wezaret herwiha bi hevahengî ligel Wezareta Tendirustiyê ya herêma Kurdistanê û û rêveberiyên tendirustiyê li Selahedîn û Kerkûkê kar dike ji bo çareserkirina haletên bi vî awayî, Redînî got.

Vemirandina agiran

Yekser piştî rizgarkirina Geyara, tîmên Wezareta Petrolê tevgeriyan ji bo vemirandina bîrên şewitî, berdevkê wezaretê Asim Cîhad ji Diyaruna re got.

Tîmên teknîkî û endazyarî yên pispor ji Kompaniya Petrola Bakur ligel tîmên ewlekarî kar dikin, wî got, û di vemirandina agirê li hejmarek ji van bîran de bi serketin.

Ev tîm herwiha kar dikin ku rê li herikîna petrolê bo kolan, kenal û taxên niştecîbûnê yên bajar bigrin, wî got.

Lê belê, ev erk ne asan e, Cîhad got.

"Lê bomberêjkirina bîran û deverên derdora wan [ji aliyê DAIŞ], hişt ku kar gelekî zehmet be û temamkirina vî erkî bi paş xist," wî got.

Tîmên wezaretê berdewam in di vemirandina bîrên mayî de û kadiroyên xwe bi tîmên nû xurtir kirin, wî got, lê hinek bîr li deverên şerê serbazî ne lewra kar li wir nikare were destpêkirin.

Ziyan ne tenê li ser jîngeh û tendirustiya giştî sînordarkirî ye, wî got, lê ziyaneke mezin digihîne aboriya Iraqî di wan salên ku DAIŞ zeviyên petrolê kontrol kirin û tiştê li pey wê hat ji şewitandina vê samana niştîmanî ya girîng.

Operasyonên serbazî bi pêş dikevin

"Hîn raporteke giştî li ser qebareya ziyanan li ba wezaretê tune ye," Cîhad got. "Lê dê kar bike, piştî vemirandina agiran, li ser hesabkirina asta wêranbûna ku ji aliyê girûpê ve hatiye kirin û qebareya ziyanên ku gihane welat."

Hevdem, wî tekez kir, "me bi temamî rê li qaçaxiya petrolê girt, û em niha kar li ser rawestandina şewitandinê dikin, daku em bikaribin pirsa windakirina samanê niştîmanî yê Iraqê ji nav bibin".

Şewitandina bîrên petrolê ji aliyê DAIŞ ve dê "helbet bandorê li ser pêkanîna operasyonên serbazî ji bo rizgarkirina Mûsilê neke", fermandarê operasyonên Nînewa lîwa Necimedîn Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Wê bandor nekir, û dê neke, li ser edayê hêzên asmanî di şer de," wî got jî.

Artêşa Iraqî pêşketineke berçav di şerê rizgarkirina Mûsilê de bi dest dixe û bîrên şewitî rê lê nagrin, wî got, anî ziman ku bandora agiran bi tenê li ser devera ji Geyara heta bi Şûra heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500