Nûçeyên Iraqê

DAIŞ dawîn zeviya petrolê li Iraqê ji dest da

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) êdî tu zeviyekî petrolê kontrol nake piştî ku ew ji aliyê hêzên Iraqî ve ji herêmeke li nêzîkî Kerkûkê hate derxistin, berpirsekî bilind ê Wezareta Petrolê roja Çarşemê (28ê îlonê) got.

"Hêzên Îraqî hemû bîrên petrolê ji DAIŞ rizgar kirine," berdevkê wezaretê Asim Cîhad di daxuyaniyeke televizyonî de got.

Wan "bîrên petrolê yên dawî li Geyara piştî têkbirina rêxistina terorîst li wir dubare kontrol kir", wî got.

Ev serkeftin "destkeftiyeke mezin e" di şerê Iraqê de yê li dijî terorê, Cîhad got, da zanîn jî ku "êdî DAIŞ nema dikare petrola Iraqê derxe anjî bifiroşe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500