Kenalên propaganda yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser Telegram û alavên din ên mîdyaya civakî rastî paşketineke mezin hatin di van mehên dawî de, ku piranîya belavokan tenê nivîskî bûn û kêm vîdyo û wêne hatin belavkirin, ku bi xwe kwalîteyên wan gelekî xerab bûn.
Ev araste nîşana xesar û wendahîyên zêde ye yên ku rêxistin rastî wan hatiye li Rojhilata Navîn,Afxanistan û beşine din ji cîhanê.
Ev têkçûna li ser zemînê ya DAIŞê li Rojhilata Navîn di Adara 2019an de derbeyeke mezin bû ji navenda damarê propegandayê yê rêxistinê re, ku gelek çalakger û propagandîstên wê yên sereke hatin kuştin yan girtin piştî wêrankirina ya jê re dihat gotin "xîlafet".
Ji wî çaxî ve, operasyonên hewalgirî û yên ewlehî şiyanên teknîkî yên rêxistinê asteng kirine, ew ji piranîya platformên wê yê mîdyayê, teknolojya, vîdyovanan, pisporên deng û propagandîstan herwiha karmendine din bê par hiştin.
Encamên xerab ên hejmarek ji êrîşên pir tên behskirin di vê dawîyê de operasyona propegandayî ya xerab ya rêxistina terorîst dîyar kirin.
Êrîşa DAIŞê ya 2yê Mijdarê li ser Zanîngeha Kabulê mînakeke sereke ye. Sê terorîst -- yekî ji wan xwe teqand -- êrîşî kampusê kir, xwendekar di polên wan de gulebaran kirin û herî kêm 22 kes kuştin.
Di salên borî de,mîdyaya DAIŞê gelek wêne û vîdyo yên hovîtîyên ast-bilind mîna van berî tawanê, di dema wê de û di pişt re belav dikirin.
Bo wêneyên takekesî kêm bûne
Lê aniha, bi astengkirina şiyanên wê yên mîdyayê, wêneya bi tenê ya hat belavkirin wêneya du terorîstên ku li pêşîya aleke DAIŞê radiwestin berî operasyonê bû. Ew belavoka bênirx destnîşan dike ku rêxistina terorîst bêyî şiyan, pêdivî û karmendên pêwîst e, bo ew êrîşan bi awayekî berdewam belge bike.
DAIŞê êrîşeke bi vî rengî li ser navenda perwerdeyê ya Kaweser-e-Danish li taxa Dasht-e-Barchi li rojavayê Kabulê ku di 2ê Cotmehê de rû da angaşt kir. Ew êrîşa xwekujî 24 kes kuştin û bêhtir ji 50 kesî birîndar kirin, piranîya wan xwendekarên ciwan bûn.
Bi heman rengî, rêxistinê tenê wêneyekî tawanbar ê tek şandibû.
Di vê mîdyaya lawazbûyî de êdî nema ji bilî Îraq û Sûrîyayê xuya dibe, ku carekê rêxistinê hejmûneke herêmî ya berfireh li wan angaşt dikir.
Di lûtkeya ya jê re tê gotin xîlafet, rêxistinê wêne û vîdyoyên kwalîteya wan bilind û pêşketî çêkirin.
Ew êdî nema dikare sekeftina xwe ya serbazî angaşt bike yan xwe bi xîlafeta xwe ya "utopî" bibîne, rêxistin aniha bi awayekî sereke peyamên nivîskî yên sade belav dike, yên piranîya caran angaştên wan nayên piştrastkirin.