Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Belgehname: Artêşa Amerîkayê di hakkirina rêzên DAIŞê de ''bi ser ket''

AFP

Ev wêneya ku di 11ê Hezîrana 2015an de li Sêdnî li Awstralyayê hatiye kişandin, endamekî tîmê li ser projeyekê dixebite bo rûbirûbûna maşîna DAIŞê ya propagandaya li ser internêtê. [Seîd Xan/AFP]

Ev wêneya ku di 11ê Hezîrana 2015an de li Sêdnî li Awstralyayê hatiye kişandin, endamekî tîmê li ser projeyekê dixebite bo rûbirûbûna maşîna DAIŞê ya propagandaya li ser internêtê. [Seîd Xan/AFP]

Artêşa Amerîkî angaşt dike ku wê bi awayekî "serkeftî" xebatênpropagandayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên li ser internêtê têk birin di operasyoneke hakkirinê de ku herî kêm vedigere sala 2016an, AFP ragihand.

Ev angaşt di belgehnameyên nepenî yên ewlehîya netewî de ku Sêşemê (21ê Kanûna Duyem) hatine belavkirin hatiye.

Belgehnameyên nepenî, yên ku baş hatine piştrastkirin, dibêjin Ewlehîya Agahîyan (Sayber) a Amerîkî "bi awayekî serketî DAIŞ di warê agahîyan de têk bir" û xebatên wê yên radîkalkirinêû tecnîdkirinê sînordar kirin.

Wê hişt ku rêxistin "him demê û him samanan wenda bike".

Belgehnameyên ku ji hêla Arşîva Ewlehîya Neteweyî ya Zanîngeha George Waşington ve hatiye belavkirin awireke herî giştgîr li dor "Operasyona Sîmfonîya Çirûskdar" eşkere kir, ku ew jî êrîşa hakkirinê ya pêşîn bû ku Pentagon lê mukur hat.

Nirxandinê da zanîn ku "kêmbûneke berçav" di propagandaya DAIŞê ya li ser internêtê de çêbûye, û got ku xebatên Fermandarîya Ewlehîya Agahîyan (Sayber) hêdî bûn, ew jî ji ber hebûna proseyeke "zehmet û dirêj" bo erêkirina operasyonên wê.

Wê got ku têkildarî hêvîyên bi hebûna "operasyonên sayberê yên bêhtir û berfirehtir", divê rêkarin werin pêşxistin bo "hêsankirin û lezgînkirina proseya daxwazkirinê û erêkirinê".

Çekên êrîşkarî yên di warê sayberê de

Berî aniha berpirsan bikaranîna çekên êrîşkarên yên di warê sayberê de weke beşek ji arsînala çekên Amerîkî piştrast kir.

Lê belgehnameyên ku nû hatine belavkirin piranîya hûragahîyên nirxandinên çalakîyên li dijî DAIŞê eşkere dikin, çalakîyên ku hêzeke erkên hevbeş ku di sala 2016an de ji hêla Barak Obama hatibû damezrandin hatine pêkanîn.

Li gorî daxuyanîyeke di arşîvê zanîngehê de, "Sîmfonîya Çirûskdar" bo heyama 30-rojan di dawîya 2016an de hatibû erêkirin lê bi fermaneke îdarî di Hezîrana 2017an de dema wê xebatê hatibû zêdekirin.

Belgehname, yên ku li gorî Yasaya Azadîya Wergirtina Agahîyan hatine eşkerekirin, "kompleksbûnên pir zêde yên operasyonê, tehedîyên di encamê de li ser asta hevahengîyê û nehiştina alozîyê, û nirxandinên kêrhatîyê bêvirandin", li gorî arşîva zanîngehê.

Operasyona hakkirinê xebatên Amerîkîyan li hember tirs û nîgeranîyên li dor pirsa çawa komên tundrew mîdyaya civakî û internêtê bi kar tînin bo belavkirina ramanên xwe, û çawa propagandaya xwe bo tecnîdkirinê û radîkalkirinê bi kar tînin nîşan dan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500