Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq rê li ber xebatên propagandayê yên DAIŞê digire

Xalid Taî

Berpirsek di Wezareta Karê Hundir a Îraqî de simînaran derbarê xeterîya gotegotan dide xwendekarên fêrgeha Ensar a amadeyî li Bexdayê, wêneyeke ku di 27ê Kanûna Duyem de hatiye belavkirin. [Wezareta Karê Hundir ya Îraqî Beşê Şerkirina gotegotan]

Berpirsek di Wezareta Karê Hundir a Îraqî de simînaran derbarê xeterîya gotegotan dide xwendekarên fêrgeha Ensar a amadeyî li Bexdayê, wêneyeke ku di 27ê Kanûna Duyem de hatiye belavkirin. [Wezareta Karê Hundir ya Îraqî Beşê Şerkirina gotegotan]

Wezareta Karê Hundir a Îraqî tedbîran dike da nehêle ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) mîdyaya civakî weke alvekê bi kar bîne daku propegandaya tundrew belav bike û bandorê li civakê bike.

Wezaretê di 29ê Kanûna Duyem de îlan kir ku wê bi sedan hesabên mîdyaya civakî û platformên dijîtal girtin, ên ku piranîya wan ên endamên DAIŞê bûn ku gotegotên ku gefê li aştîyê dixwin belav dikirin.

Di heman demê de, wezaret li ser kampanyayeke aşnayîya tevgir ji bo welatîyan re kar dike derbarê xeterîyên windakirinê.

Gotegotên kîndar

Ev demeke dirêj e wezaret kar dike daku civakê ji xeterîyên gotegotan biparêze, bi taybet ew gotegotên ku ji alîyê terorîstan ve tên belavkirin, muqedem Ziyad Muharib Qeysî, birêveber di Beşê Nehiştina Gotegotan de, got.

Du karmendên Wezareta Karê Hundir a Îraqî di 26ê Kanûna Duyem de posterekî ku şîretan li dijî belavkirina gotegotan dabîn dike hildiwasin. [Wezareta Karê Hundir ya Îraqî Beşê Şerkirina gotegotan]

Du karmendên Wezareta Karê Hundir a Îraqî di 26ê Kanûna Duyem de posterekî ku şîretan li dijî belavkirina gotegotan dabîn dike hildiwasin. [Wezareta Karê Hundir ya Îraqî Beşê Şerkirina gotegotan]

Xebatên wezaretê bi awayekî sereke armanc dikin ku şerê gotegotên ku bi awayê elktronî tên belavkirin bikin herwiha di rêya kenlaîn mîdyayê yên cuda re yan bi awayekî devkî, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got "karê me giranîyê dide peygerîn û çavdêrîkirina jêderên gotegotan da em alîkarîyê bi ajansên ewlekarî yên din re bikin, mîna ajansên hewalgirîyê û yên ewlehîya neteweyî û em tedbîrên destwerdanê yên pêwîst bikin da em nema bihêlin belav bibin".

"Karê me ligel wezareta Peywendîkirinê re sala par, wezareta me ne kêmî 900 rûpel û hiesabên mîdyaya civakî ku bi navên sexte kar dikirin weke jêderan ji gotegotên kîndar re girtin," Qeysî got.

Wî got ku piranîya van rûpel û hesaban ên DAIŞê û "dijminên din in ku naxwazin ku welat aram bibe û pêş bikeve".

Wî got "Gotegot ji hev cuda ne li gor armanca ew nêt dikin". "Hin ji wan armanc dikin ku tir û sistkirinê belav bikin an moral nizim bikin. Ev e tiştê ku terorîst gelek caran dixwazin belav bikin bi rêya bikaranîna înternetê ji ber ew kenala herî bandorbar e daku bigihe gelek xelkan."

Wî got weke mînak ser van gotegotan belavkirina nûçeyên sexte, mîna girtîyên DAIŞê direvin, bajarok ketin jêr destên DAIŞê, pevçûn bi çekdaran re û xisarên mezin di nav hêzên ewlekarî de.

Qeysî got ku herwiha gotegot hene nêt dikin ku "gefê li aştîyê bixwin û tevlihevîyê li seranserî welat encam bidin, aborîya niştimanî wêran bikin û jêngeheke neguncan ji weberhênana biyanî re çêkin".

Zêdekirina hişyarîyê

Ligel van xebatan, herwiha wezaret li ser zêdekirina hişyarîyê di nav welatîyan de kar dike.

Qeysî got "programekî temamkirî ligel me heye daku em xelkê perwerde dikin derbarê xeterîya gotegotan û da em ji hemû pêkhateyên civakê bixwazin ku bi awayekî çalak şerê wan bikin".

Wezaret "di avakirina programên hişyarkirinê yên destnîşankirî de beşdar bû di hemû wezaretan de herwiha kar bi Wezareta Perwerdeyê re jî kir daku 300 mamosta û rêberên berwerdeyî rahênan bike li Bexdayê daku hişyarîyê di nav xwendekaran de zêde bike".

"Karnema xwendinê ya fêrgehê bi alîkarîya Sendîkeya Mamostayan hat danîn ya bandorên xeternak ên gotegotan şirove dike û rola wan di wêrankirina civakê de ligel danîna poster û reklaman li kolan û meydanên cemawerî yên hişyarîyê li dijî vebakirina gotegotan didin".

Talib Muhemed Kerîm, cîgirê serokê Navenda Rafîdênê bo Danûstadinê, got ku DAIŞ "xwe bi giranî dispêre çêkirina gotegotan û hewl dide ku qezencan bi dest bixe yên dibe ku xizmeta berjewendîyên wê yên wêranker bikin".

Rêxistin xwe dispêre "handana gotegotên xwe li ser Înternetê, bi taybet bi rêya mîdyaya civakî daku bi awayekî derûnî bandorê li endamê civakê bike bi awayekî berfireh", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got "terorîst hewl didin ku sûdê ji platforên li ser înternetê wergire daku herwiha hizra xwe ya tundrew han bidin daku ew karibin ji nû ve vejîn".

Tevî wê yekê, ev şîyan ji dest DAIŞê diçe.

Kerîm got "ligel armanckirina tor û şanên terorîstan, aniha şîyana DAIŞê sînordar e nikare sûdê ji wan dergehan wergire". "Piranîya gotegotên rêxistinê yên di rêya hesabên mîdyaya civakî re û di rêya materyalên handar re dihatin belavkirin hatin girtin."

Wî bang kir bo "qayimkirina sazemenîyên cvakî di şerê li dijî terorîzmê û zêdekirina hişyarîyê di hundirê malbatan de derbarê girîngîya ku dev ji rêya tundûtûjîyê berdin û derew, gotegot û ramanên xapînok bawer nekin".

Derî li ber DAIŞê tê girtin

Xebatên bo nema bihêlin ku gotegot belav bibin "tedbîreke girîng e daku civakê ji gefê biparêzin, gefa herîxeternak ew e hewldanên DAIŞê ku berdewam bike û ziyanê bigihîne gel", pisporê ewlekarî yê Îraqî Muhemed Rezaq Rubeyî got.

Wî girîngîya "girtina derî di rûwê terorîstan de û wêrankiirna hemû alavê wan ên ragihandinê" teqez kir.

Girtina rûpelên ku gotegot mûçeyên sexte û îdîolojîya DAIŞê belav dikin girîng mîna operesyonên serbazî yên aniha yên didin pey endamên terorîst û wan tine dikin"", wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500