Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hikûmeta Îraqê çiyayên li bakurê Selahedînê ji bermahîyên DAIŞê paqij dike

Xalid Taî

Hêzên polîsê federal ê Îraqî li bermahîyên DAIŞê digerin li zincîra çiyayê Xanoka û Mexûlê li parêzgeha Selahedînê di 8ê Mijdarê de. [Wêne ji Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên polîsê federal ê Îraqî li bermahîyên DAIŞê digerin li zincîra çiyayê Xanoka û Mexûlê li parêzgeha Selahedînê di 8ê Mijdarê de. [Wêne ji Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî li bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) teng dike li zincîra çiyayên Mexûl û Xanokayê li bakurê parêzgeha Selahedînê, artêşê Duşemê (9ê Mijdarê) ragihand.

Yekîneyên polîsê federal, Ajansa Dijî Terorîzmê û hêzên heşda êlan, bi piştgirîya hêza asman ya Îraqî û balefirên hevpeymanîya navdewletî, dest bi operasyoneke ewlehî ya berfireh kir ji sê enîyan ve, berpoirsekî Îraqî eşkere kir.

"Me agahîyên hewalgirî yên deqîq wergirtin ku hejmareke terorîstan xwe li çiyayê Mexûlê vedişartin," lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonê Hevbeş, ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku herwiha fermandarîyê peywendîya di navbera çekdaran de li girên Xanokayê birî, ku wê gelekî çavdêrîya peywendîyên wan kir û wê dikarî nasnameya wan jî destnîşan bike.

Yekîneyên serbazî yên Îraqî di 8ê Mijdarê de operasyonekê bi cih tînin da ku çiyayê Mexûl û Xanokê ji bermahîyên DAIŞê paqij bikin. [Wêne ji dîmeneke vîdyo ya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên Îraqî di 8ê Mijdarê de operasyonekê bi cih tînin da ku çiyayê Mexûl û Xanokê ji bermahîyên DAIŞê paqij bikin. [Wêne ji dîmeneke vîdyo ya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku operasyona serbazî roja Yekşemê bi êrîşeke cewî dest pê kir a ku gelek vaşartgehên DAIŞê wêran kirin û serkirdeyên payebilind armanc kirin û anî ziman pêşbînî heye ku operasyon çend rojan berdewam bike.

Xefacî got ku hêzên Îraqî heta aniha du tunel, gelek malên vehesînê û embarên hejmareke mezin ji teqemenîyên bidestçêkirî dihewînin, bombeyên hawinan, çekên sivik û giran û avêjerên mûşekan kifş kirin.

Wî got ku perasyon beşek ji plana nû ya Fermandarîya Operasyonên Hevbeş e, ku dê kontrola xwe li ser erdê qayim bike piştî şopandina bermahîyên DAIŞê di rêya danîna navendên ewlehîyê, burcên çavdêrîyê û kamîrayên germdar.

Wî got ku zêdeyî vê yekê, dronên koleçanê dê ewlehîyê qayim bikin û agahîyên hewalgirî yên derbarê çalakîya çekdaran û tevgera wan dabîn bikin.

Operasyonên temamker

Operasyona li Selahedînê operasyonên serbazî yên berî sê heftîyan hatin bicihanîn temam dike da ku Girava Kanosê, li nêzî çiyayê Mexûlê, ji bermahîyên DAIŞê paqij bike, Xefacî got.

"Me bi awayekî serkeftî ew [Girava Kanosê] xist jêr kontrola xwe de... û îroj em hewl didin ku terorîstan li hemû deverên çiyayî yên nêzî wê tune bikin," wî got.

"Ev çend sal in çiyayên Xanoka û Mexûlê gefekê li ser ewlehîya bajarok û gundên hevtixûb li bakurê Selahedînê û li welat bi giştî peyda dikin," wî got.

Xefacî got ku deverên kendûkosp xeternak dimînin, ji ber li gorî raportên hewalgirî, çekdar acreke din li wir bi cih bûne û wê derê weke penagehekê bi kar tînin.

Wî got ku ew dever bûye cihekî ku terorîstên ji Girava Nînewayê hatine lê dicivin û weke korîdorekî bû guhestina dabînkirinên lojestîk bo bakurê Diyala, başûrê Kekûkê û rojhilatê Selahedînê tê bikaranîn.

Xefacî got ku xebatên ewlekarî giranîyê didin ku "terorîstan ji vî penagehî mehrûm bikin, asêgeh, baregeh û dabînkirinên wan wêran bikin û rêyên guhestin di navbera deverên dûrdest de dorpêç bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500