Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî Girava Kanûsê bi temamî kontrol dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî roja 25ê Cotmehê serperiştîya operasyonên hilkirina daran li Girava Kanûsê bo naskirina cihê veşartgehên DAIŞê dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roja 25ê Cotmehê serperiştîya operasyonên hilkirina daran li Girava Kanûsê bo naskirina cihê veşartgehên DAIŞê dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi temamî Girava Kanûsê (Zor Kanûsê) li Şerqatê kontrol dikin piştî çendîn operasyonên serbazî bo nehiştina bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), berpirsekî Îraqî Sêşemê (27ê Cotmehê) ragihand.

Operasyona herî dawî li bakurê Selahedînê roja 19ê Cotmehê dest pê kir bi êrîşên asmanî û topbaranên dijwar ên artêşa Îraqî li ser veşartgehên DAIŞê yên bi rêya kamîrayên koleçanê û dronan hatin dîtin, Circis Hicab, qaimmeqamê navçeya Aşûrê li Şerqatê ragihand.

Piştî ku topbaranên destpêkê çar tunêl û veşartgeh wêran kirin, hêzên taybet, ligel Firqeya 14ê ya artêşê, polîsê xwecihî, yekîneyên êlan, pireke serav danîn bo rê bidin navgînên serbazî yên giran û buldozeran ku di ser re derbasî doravê bibin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzan dar û şênî yên ku çekdaran ew bi kar tanîn bo xwe ji ber hêzên ewlekarîyê veşêrin hil kirin.

Leşkerine Îraqî roja 19ê Cotmehê berê xwe didin Girava Kanûsê di çarçoveya operasyonekê de bo paqijkirina giravê ji bermahîyên DAIŞê. [Wêne di mîdyaya civakî de berdest e]

Leşkerine Îraqî roja 19ê Cotmehê berê xwe didin Girava Kanûsê di çarçoveya operasyonekê de bo paqijkirina giravê ji bermahîyên DAIŞê. [Wêne di mîdyaya civakî de berdest e]

Hicab dîyar kir ku yek ji veşartgehên hatine armanckirin bombrêjkirî bû, lê pisporên teqemenîyan karî ku tora teqemenîyên hatine çandin bi awayekî serkeftî pûç bikin.

Wî daxuyand ku hêzên Îraqî rastî tu êrîşekê ji hêla endamên DAIŞê ve di operasyonê de nehatin, dibe ku ew di hundirê tunêlan û veşartgehan de hatibin kuştin dema ku ew hatin bombebarankirin, û da zanîn ku "lêgerîna li termên çekdaran hîn berdewam e".

Hicab egera reva hinek çekdaran ji doravê ber bi navçeya Hetrayê û deşta Nînewayê bi dûr xist ji ber hejmara gelek a hêzên ewlekarîyê yên ku dever dorpêç kirin. Herwiha, kamîrayê koleçanê yên germdar tu tevgereke gumanbar tomar nekirine.

''Destketineke ewlehî ya girîng''

Hicab got ku piştî vekişîna yekîneyên ewlekarî ji Girava Kanûsê, hêzên Focê Tengavîyê yê 16ê yê polîsê navçeya Aşûrê û hêzên êlan li giravê roja Duşemê bi cih bûn bo qayimkirina ewlehîyê û rêgirtin li ber bermahîyên DAIŞê ku ew careke din xwe bi rêxistin bikin.

Hicab teqez kir ku Girava Kanûsê ya ku weke devereke pir xeternak dihat naskirin ji ber cihê wê yê stratîjî li nêzî gund û bajaran.

Tevî operasyonên ewlehî yên li dar, bermahîyên DAIŞê di dawîya her operasyonekê de careke din tên giravê, ji ber ku dehlên himbiz li wir hene ku ew karin bi saya wan xwe ji ber çavên hêzên ewlekarîyê veşêrin.

"Îroj, ev dever bi temamî ewle ye û êdî hêzên artêşê li deverê bi cih bûne," wî daxuyand.

Hicab got ku ev "destketîyeke ewlehî ya girîng ya ku dê derhawiştên wê yên erênî li ser ewlehîya parêzgeha Selahedînê û parêzgehên Nînewa, Kerkûk û Diyalayê hebin raber dike".

Wî dîyar kir ku bermahîyên DAIŞê "penagehên xwe yên herî girîng li Îraqê ji dest dan, û gefa wan, a ku welatî nîgeran hiştibûn, êdî nema heye".

Weke îroj berî salekê damezrênerê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de li bakurê-rojavayê Sûrîyayê hat kuştin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê Duşemê daxuyanîyek belav kir bi boneya derbasbûna salekê li ser mirina wî, wê teqez kir ku hîn Amerîka pêbend e bi misyona "misogerkirina têkbirina DAIŞê bi awayekî mayinda".

"Di dema ku em boneya herî hestyar di şerê li dijî DAIŞê de pîroz dikin, karê Hevpeymanîya Navdewletî [ya li dijî DAIŞê] hîn pir jê re maye û neqedîyaye," daxuyanîya wezaretê got.

Daxuyanîyê teqez kir ku hîn DAIŞ metirsîyeke mezin pêk tîn û "pir girîng e ku em fişara li ser bermahîyên DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê berdewam bikin û xebatên xwe yên hevbeş bi hêz bikin bo têkbirina şax û torên DAIŞê yên li seranserê cîhanê".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Endamên DAIŞê li kûdera Girava Kanûsê bûn?Eger rê nebe ew biçin, ew di asmanan re çûn yan çawa???!!! Gelo kesî ew dîtine? Ev piştrastkirina berdewam a Amerîkayê ku hebûna DAIŞê li wir heye bi hewcedarê şiroveyekê ye.

BERSIV BIDE