Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bombebarankirina dijwar çeperên DAIŞê li çîyayên Mexûlê wêran dike

Xalid Taî

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî bi awayekî berfireh li girava Şarqatê belav dibin da ku li veşartgehên bermahîyên ''Dewleta Îslamî" bigerin di vê wêneya ku di 2ê Cotmehê de li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî bi awayekî berfireh li girava Şarqatê belav dibin da ku li veşartgehên bermahîyên ''Dewleta Îslamî" bigerin di vê wêneya ku di 2ê Cotmehê de li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Veşartgehên ''Dewleta Îslamî" yên nepenî li çîyayê mexûlê bi awayekî himbiz ji asmana ve hatin bombebarankirin di van her sê rojên borî de, berpirsekî Îraqî li parêzgeha Selahedînê îro PêncŞemê (1ê Mijdarê) got.

"Artêşa Îraqî û hevpeymanîya navdewletî dest bi armanckirina çend çeperên DAIŞê yên nepenî kirin, di nav wan de penageh, tunelên xwezayî yên kûr di zincîra çîyayê Mexûlê de (li bakurê Selahedînê)," şaredarê navçeya Şerqatê Elî Dewdeh ji Diyaruna re got.

"Bombebarankirina tund li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên ji alîyê hêzên êlî û ewlekarî ve bû," wî anî ziman.

Şaredarê Şerqatê got ku Erdnîgarîya wê deverê ya zehmet nehişt ku hêzên ewlekarî operasyoneke bejahî cîbicî bike da ku bidin dûv endamên DAIŞê yên xwe li wê deverê vedişêrin, û anî ziman ku "wê êrîşa asmanî gelek ziyan gihande çeperên wan".

"Hejmara qurbanîyên DAIŞê hîn nehatiye naskirin, ji ber bombebarankirinê hemû veşartgeh asê kirin" Dewdeh got, lê "agahîyên me destnîşan dikin ku di nav 20 û 25 terorîstan xwe li wê deverê vedişartin, ên dibe ku hemû di êrîşê de miribin û heta ew kesên sax man jî nikarîbûn derkevin".

Dewdeh got ku operesyon yek ji "êrîşên herî çalak û serkeftî," bû, û not kir ku ti çalakîya ne normal li nav çîyayan yan nêzîkî deverê nebû ji şeva çarşemê ve.

"Terorîst bi dizî bi şev derbasî van penagehên çîyayî dibûn da ku êrîşan bigirine ser xetên astengkirinê yên ku gundên başûrê Şarqatê (di nav de el-Xenûke û Esdîra) misoger dikin," Dewdeh got.

Bombebarankirin hevdem bû ligel pêngava mezin ya Fermandarîya Operesyonên Selahedînê û liwayê 51 ê hêzên heşda êlî bo maliştina girava Şerqatê ji komên DAIŞê.

"Hêzên hevbeş, bi alîkarîya artêşa Îraqî û balefirên hevpeymanîyê heta îro 10 terorîstên ku xwe di tunel û malên vehesînê de vedişartin kuştin," Dewdeh got.

"Hêzan li wan deveran laşên endamên DAIŞê û pêdivî, kinc û tişt miştinên wan dîtin," wî anî ziman.

"Xebatên ewlekarîyê yên berdewam aramî li Şarqatê qayim kir ," wî got, û not kir ku 20 bermayîyên DAIŞê di van her du mehên bûrî de li navçeyê hatin girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500