Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq hewldanên DAIŞê ku wîlayeta xwe careke din damezrîne têk dibe

Xalid Taî

Hêzên Dijî Terorîzmê yên Îraqî di 18ê Cotmehê de, 11 endamên DAIŞê di operasyonên astbilind de li bajarokê Bêcîyê, li bakurê parêzgeha Selahedînê digirin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên Dijî Terorîzmê yên Îraqî di 18ê Cotmehê de, 11 endamên DAIŞê di operasyonên astbilind de li bajarokê Bêcîyê, li bakurê parêzgeha Selahedînê digirin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Ajansên hewalgirî û ewlekarî yên Îraqî şepêla operasyonên ku endamên dezgehên îdarî yên berê yên rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) armanc dikin berfireh kirine, berpirs û pisporan ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku operasyonan karîna rêxistinê ku bunyada xwe ya rêxistinî vegerîne û "wîlayetên" xwe vegerîne lawaz kir.

Piştî Damezrandina wê, DAIŞê erdên li jêr kontrola xwe kirine pêgehên îdarî ku navê wan kire "wîlayat", û11 wîlayet li Îraqê ava kirin.

Di nav van wîlayetan de sê wîlayetên Bexdayê (Bexdaya Navîn, Başûrî û Bakurî) û wîlayeta Cezîrê, Dicle, Diyala û Başûr -- ku parêzgehên Îraqê yên başûrî dihundirandin.

Endamên "Wîlayeta Bakurê Bexdayê" ya DAIŞê ji alîyê ajansa hewalgirî ya Îraqê ve hatine girtin di 18ê Nîsana 2017an de. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya Îrqaî hatiye wergirtin]

Endamên "Wîlayeta Bakurê Bexdayê" ya DAIŞê ji alîyê ajansa hewalgirî ya Îraqê ve hatine girtin di 18ê Nîsana 2017an de. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya Îrqaî hatiye wergirtin]

Dawî wîlayet bi hilweşîna binesazîya DAIŞê û jidestçûna erdên ku li jêr kontrola rêxistinê bûn berî têkçûna wê di 2017an de hat rûxandin.

Têkbirina xebatên nûavakirina wîlayetê

Pisporê hewalgirî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand ku piştî ew rastî têkbirinê hat li Îraqê, DAIŞê xwe kir wîlayeteke tenê, bi navê "wîlayeta Îraqê".

Wî got ku ji 2017an ve, ajansên ewlekarî û hewalgirî operasyonên ewlehî yên xwedî kwalîte bi cih anîn daku bidine pey endamên DAIŞê û nehêlin careke din parêzgehên xwe ava bikin.

Wan bi dehan serkirdeyên payebilind ên rêxistinê anîne xwar, di nav wan de Omer Şelal Obêd el-Kertanî, "walîyê" Bexdayê yê ku di nîvê Tîrmehê de hat kuştin û Ebdul Nasir Qerdaş ê ku di Gulanê de hat girtin.

Qerdaş di gelek cihan de cih girt di dema serkirdayetîya Ebû Bekir Bexdadî ji DAIŞê re, di nav wan de walîyê Mûsil, Kerkûk, û Cezîrê, herwiha parêzgehên Sûrî yên Hesekê, Dêrazorê û Reqayê.

Herwiha hêzên Îraqî gelek tor û şanên ku endamên DAIŞê yên payebilind di wan de bûn ji hev xistinên ku destên wan ditawanan de hebû di wîlayeta rêxistinê ya berê de.

Di 25ê Cotmehê dem ajansên hewalgirî yên Îraqî du endamên DAIŞê li Bexdayê girtin, yek ji wan weke belavkerê sponserîyê di wîlayeta başûrî ya berê ya rêxistinê de kar kir. Ew weke "Ebû Îşaq" dihat naskirin.

Berî vê, Ajansa Dijî Terorîzmê neh endamên DAIŞê yên kar dikirin ku wîlayeta başûrî ya rêxistinê vejînin di 29ê Îlonê de li parêzgeha Sulêmanîyê girtin.

Di 22yê Cotmehê de, toreke ji pênc endamên DAIŞê yên ku ji wîlayeta Dicleyê ya berê bûn li parêzgeha Kerkûkê hatin girtin û di 8ê Îlonê de herwiha pisporekî teqemenîyan ku ji heman wîlayetê re kar dikir hat girtin.

Di destpêka Îlonê de, hêzên Îraqî karîbûn şana mîdyayê ya wîlayeta Diyalayê ji hev bixe, li gorî Ebû Rexîf.

Wî got ku fermanên girtinê di heqê 40,000 tekekesên tên xwestin bi tuhmeyên endambûna di wîlayeta DAIŞê de û beşdarbûna di tawanên rêxistinê hatin belavkirin. Heta aniha, sêyekek ji wan kesên tên xwestin hatine girtin.

Operasyonên parêzî girîn in ji ewlehîyê re

Şirovekarê siyasî Esîr Şarî ji Diyaruna re got ku hêzên Îraqî gelek komployên terorîst ên ji alîyê tor û şanên girêdayî wîlayeta DAIŞê ve hatibûn plankirin têk birin.

Wî dîlkirina serkirdeyekî DAIŞê yê payebilind ê ku yekîneyên terorkirinê bi rê ve dibirin li wîlayeta Diyalayê ya rêxistinê teqez kir.

Çekdar, ê ku hevrêyê Ebû Museb el-Zerqawî bû, serkirdeyê QAIdê yê berê li Îraqê ê ku di 2006an de hat kuştin, di 13ê Cotmehê de li Bexdayê hat girtin.

Şarî anî ziman ku Ajansa Dijî Terorîzmê operasyonên zexm pêk anîn ku girtina 36 serkirde û endamên DAIŞê encam da, hin ji wan şanên terorîst çêdikirin.

"operasyonên ewlehî yên parêzî nahêlin tu hewldana ji alîyê DAIŞê ve ku gefê li ewlehîyê bi xwe çêbibin," wî got.

Wî daxuyand ku xebatên şopandina bermahyên DAIŞê, bi taybet li parêzgehên DiIyala, Selahedîn, Nînewa û Enbarê û lêdanên berdewam li ser veşartgehên wan, heta asteke mezin bunyada rêxistinî ya rêxistinê lawaz kirin.

"Hêzên me aniha xwedî pisporîyeke bilind in di şopandina terorstina û destnîşankirina şan û veşartgehên wan ên herî nepenî," Şarî got û anî ziman ku hêzên Îraqî gelek databêzên derbarê endamên DAIŞê ligel wan hene.

Wî anî ziman ku zêdeyî vê yekê, mukurhatinên terorîstên girtî dibin sedema jihevxistina gelek torên DAIŞê û têkbirina palnên wan.

"Ne gengaz e ku DAIŞ vegere weke berê û bunyada xwe vegerîne," Ketah Necman Rikabî, endamê komîteya berevanî û ewlekarî ya parleman, got.

"Îroj DAIŞ, rêxistineke lawaz û jihjevketî ye û wîlayeta wê hate rûxandin û nema heye," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500