Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî komgoreke DAIŞê li kerkûkê dibînin

Xalid Taî

Şarezayên Îraqî di 11ê Kanûna Yekem de komgoreke qurbanîyê li ser destê DAIŞê hatine kuştin li parêzgeha Selahedînê vedikin. [Wêne ji Desteya Karûbarên Komgêran a Îraqî hatiye wergirtin]

Şarezayên Îraqî di 11ê Kanûna Yekem de komgoreke qurbanîyê li ser destê DAIŞê hatine kuştin li parêzgeha Selahedînê vedikin. [Wêne ji Desteya Karûbarên Komgêran a Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Sêşemê (20ê Cotmehê) komgoreke nû dîtin ku bermahîyên laşên kesine li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine kuştin li Kerkûkê dema ku rêxistinê dest danîbû ser hinek deveran.

Polîsê Federal komgorek dît dema ku wan operasyonên ewlehî pêk tanîn bo lêgerîna li bermahîyên DAIŞê li gund û baxên li parêzgehê, peyvdarê artêşa Îraqê Yehya Resûl di daxuyanîyekê de ragihand.

Wî dîyar kir ku komgor bermahîyên laşên bêhtir ji 50 kesan dihundirîne, ku ew li ser destê DAIŞê hatibûn kuştin di nava salên 2014an û 2017an.

Ew li devereke dûrdest e, ya ku dikeve nava bajarê Hewîcayê û navçeya Riyadê, Nacî Brahîm Hewas, serokê encumena xwecihî ya Hewîcayê, ji Diyaruna re ragihand.

Berpirsine Îraqî di 16ê Adara 2019an de li pêşangeheke wêneyan amade dibin, pêşangeha taybet bi Êzîdîyên di komgorên DAIŞê de li bajarokê Şengalê hatine veşartin. [Wêne ji Beşê Nûjdarîya Tawanzanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsine Îraqî di 16ê Adara 2019an de li pêşangeheke wêneyan amade dibin, pêşangeha taybet bi Êzîdîyên di komgorên DAIŞê de li bajarokê Şengalê hatine veşartin. [Wêne ji Beşê Nûjdarîya Tawanzanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku sivîl bo devereke ku bi navê "daristanê" tên naskirin hatin şandin, ku ew li nêzî gundê Dawûd Alyoka ye.

Wî got ku hêzên polîs gor bi "rasthatin" dîtin, piştî ku bermahîyên qurbanîyan li ser rûyê erdê xuya kirin ji ber ku ew bi başî nehatinbûn veşartin.

Hewas daxuyand ku cihê dûrdest ê komgorê nîşan dide ku DAIŞê ew weke cihekî bo komkirina qurbanîyên xwe û kuştina wan li wir bi kar tanî.

Wî got ku qurbanî jî endamên berê yên hêzên ewlekarî yên Îraqî bûn û ew ji gund û bajarokên Hewîcayê bûn, û da zanîn ku milîtanan ew kes ji malên wan birin û ew li cihine nenaskirî kuştin ji ber ew ditirsan ku ev endam nebin alîgirê DAIŞê.

"Dibe ku hinek qurbanî endamên malbatên ku ji deverên xwe yên ku DAIŞê dest danî ser wan reviya bûn lê ew negihiştin deverên ewleh ên li jêr kontrola hêzên ewlekarîyê li bajarê Kerkûkê û parêzgeha Selahedînê," wî dîyar kir.

''Divê hikûmet vekirina komgoran bike berîtîyeke xwe''

Hewas da zanîn ku komgora ku Sêşemê hat dîtin "ya sêyem e ku li rojavayê parêzgeha Kerkûkê tê dîtin".

Wî daxuyand ku her du komgorên din -- berî sê salan hatin dîtin piştî bidawîbûna şerê rizgarkirina Hewîcayê -- bermahîyên laşên hejmarek mezin ji qurbanîyan dihundirînin, û da zanîn ku tîmên hikûmetê û yên NY komgor pişkinîn kirine û cihên wan dorpêç kirine, lê ew hîn nehatine vekirin bo laş werin derxistin.

Hewas bang li hikûmetê kir ku "girîngîyeke mezin" bide vekirina gorên qurbanîyên terorîzmê.

"Malbatên qurbanîyan bi berdewamî ji me dixwazin ku em çarenivîsa zarokên wan nas bikin, lê em nikarin tiştekî ji wan re bikin ji ber ku erkê vekirin û vedana goran zêdeyî karîn û şiyanên me ye," wî got.

Wî teqez kir ku pêwîstî bi xebatên teknîkî, pêbendîya bi demê, û herwiha alav û ezmûndarîya parastina bermahîyan û encamdana têstên DNA bo destnîşankirina nasnameya qurbanîyan heye.

Ji sala 2017an de, bêhtir ji 200 gorên bi kom ên qurbanîyên DAIŞê hatine dîtin, li parêzgehên Nînewa, Selahedîn, Enbar û Kerkûkê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500