Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Amerîka bi dehan çekdarên DAIŞê yên biyanî vedigerîne

AFP

Lawek li kamîrayê dinêre li kampa Holê ya li bakur-rojhilatê Sûrîyayê ya ji alîyê Kurdan ve tê birêvebrin di 25ê Tebaxê de, kampa ku malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî lê girtî ne. [Delîl Sulêman/AFP]

Lawek li kamîrayê dinêre li kampa Holê ya li bakur-rojhilatê Sûrîyayê ya ji alîyê Kurdan ve tê birêvebrin di 25ê Tebaxê de, kampa ku malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî lê girtî ne. [Delîl Sulêman/AFP]

Wezareta Dadê ya Amerîkî roja Pêncşemê (1ê Cotmehê) ragihand ku wê 27 Amerîkîyên ku çûbûne Sûrîya û Îraqê daku tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bibin vegerandine, û Waşintonê careke din welatên din han dan ku heman gavê bidin.

Rojekê piştî belgehkirina tawanan li dijî bavekî Amerîkî-Trînîdadî û kurê wî, ên ku di 2015an de tevlî refên DAIŞê bûn, wezaretê got ku wê dozên piştgirîkirina terorîzma tawankar li dijî hin kesên ku vegeriyane Amerîkayê vekirine.

Waşintonê got ku ew ji welatê din re dibe mînak, bi taybetî Brîtanya û Frensa, ên red kirin ku dora bi sedan ji welatîyên xwe ji Sûrîya û Îraqê vegerînin.

"Ev berpirsîya me ya exlaqî bû li hember gelê Amerkî û li hember gelên welatên ku ev terorîst berê xwe dabûne wan ," Alîkarê Dozgerê Giştî John Demers di daxuyanîyekê de ragihand.

Her 27 bi tenê beşekî ji bi sedan kesên Amerîkî û bi hezaran welatîyên dewletên din pêk tînin, ên ku gelek caran bi malbatên xwe re, tevlî refên DAIŞê bûn dema wê pêngaveke xwînawî pêk anî daku "xîlafetê" li Sûrîya û Îraqê ava bike berî şeş salan.

Hîn gelek li kampên li Sûrîyayê yên li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) dimînin.

Demers got ku wan her 27 vegerandin "ên ku tawan li dijî wan hene", û da zanîn ku dibe hîn gelek hebin ku doz li dijî wan tên çêkirin. Wî hûrgilî derbarê tawanan pêşkêş nekirin.

Kêşeya çekdarên biyanî

Piştî têkoşînekê ku eger ew dest ji "çekdarên biyanî" yên Amerîkî li herêmê berdin an wan biguhêzine kampa zindana Gwantanamoyê ya artêşa Amerîkî, Waşintonê berî du salan biryar da ku wan li dadgehên federal dadgeh bike.

Ew "bi piştgirîkirina materyalan ji rêxistineke terorîst re" tên sûcdarkirin, di nav wan de welatîyê Amerîkî yê li Kazexistanê ji dayîk bûye Ruslan Maratovich Asainov yê 44-salî yê ku weke segvanekî DAIŞê û rahînerê li ser çekan dihat binavkirin.

Herwiha Omer Kuzu yê ku li Teksasê ji dayîk bûye hat tawanbarkirin, yê ku temenê wî 17 salî bû dema ew bi birayê xwe re di 2014an de çû Sûrîyayê û weke pisporê ragihandinê kar kir berî ku sala pa were girtin.

Hinek hevalbendên Amerîkayê qebûl nekirin ku welatîyên xwe vegerînin.

Londonê qebûl nekir kuEl-Şafiî ElŞêx û Alexanda Kotey darizîne, du kes ji Brîtanyayê ne ku destên wan di kuştina rojnamevanên Brîtanî û xebatkarên hewarçûnê de hene, weke beşekî ji xaleke revandinê ya DAIŞê ya ku weke The Beatles tê binavkirin.

Li şûn wê yekê, Amerîka aniha xwe amade dike ku wanveguheze Amerîkayê bo wan dadgeh bike.

Waşinton gelekî fişarê derbarê pirsa vegerandinê dike, ku wê mafê vîto bi kar anî di 31ê Tebaxê de li dijî biryareke NY ya ku ji alîyê Endonîsyayê ve hat pêşkêşkirin bo danûstandina bi çekdarên biyanî re, ji ber biryarê ji welatan nexwest ku çekdarên xwe vegerînin.

Roja Pêncşemê Wezareta Derve pesnê Îtalyayê da bo vegerandina welatîyekî wê daku ew ji ber piştgirîkirina DAIŞê were dadgehkirin.

"Vegerandin û darizandina terorîstan awayê herî bandorbar e bo rêgirtin li ber vegera wan bo qada şer," Wezîrê Derve Mike Pompeo got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500