Kesekî Amerîkî ku temenê wî 14sal bû dema bavê wî ew bire Sûrîyayê daku ew tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) bibin bi tevlîbûna di nava rêzên rêxistineke terorîst de hat tawanbarkirin, desthilatdarîya Amerîkî roja Çarşemê (30Îlonê) ragihand.
Cîhad Elî, yê ku aniha 19 salî ye û bavê wî Emran Elî ji Sûrîyayê bo Amerîkayê hatin vegerandin, ku ew ji par ve ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ve hatibûn girtin, di nav bi sedan çekdarên biyanî yên hatin dîlkirin piştî têkçûna DAIŞê de.
Bav û kur herdu li dadgeha federal a Meyamî bi dabînkirina piştgirîya lojistî ji rêxistineke biyanî ya terorîst re hatin tawanbarkirin.
Bav, ku hevwelatîyê Amerîkayê ye û li Trînîdad &Tobago ji dayîk bûye, hevjîna xwe, Cîhad ê li New Yorkê ji dayîk bûye, û pênc zarokên din di 2015an de birine Sûrîyayê daku tevlî rêxistina terorîst bibin.
Bav bi hînkirinên oldarê Qaidayê Enwer el-Ewlekî yê ku li Amerîkayê ji dayîk bûye bi bandor bû.
Cihad Elî par ji lêpirsînerên FBI re gotibû ku " ew bi heyecan e ku biçe devereke nû û cîhanê bibîne", li gorî belgehên dadgehê.
Di pişt re di sala 2015an de ew derbasî rahînankirina çek û cengê bû û ew di tabûreke DAIŞê de weke peyvdarê bi zimanê Îngilîzî hat destnîşankirin, wî di postên Facebookê de jî pesnê tevlîbûna we ya di şer de dida.
"Cîhad got ku hin rahînankirin zor baş bûn û hineke din tirsêner bûn," li gorî belgehên dadgehê.
Ew û bavê xwe, yê ku aniha 53-salî ye, tevlî gelek şer û pevçûnan bûn, û kurekî din ê Emran tevlî wan bû, yê ku ji alîyê Wezareta Dadê ya Amerîkî ve nehat destnîşankirin û ji Cîhad biçûktir e.
Her sêyan xwe li Baxozê di Adarê de radest kir, Baxoz asêgeha dawî ya DAIŞê li Sûrîyayê bû, û ew ji alîyê QSD ve bo girtîgehê hatin şandin.
Wezareta Dadê got ku Cîhad û bavê xwe pêşbirî dadageha federal li Florîdayê roja Çarşemê bûn.
Tu nîşan tune bû eger dê bi awayekî cuda bi Cîhad re were danûstandinkirin ji ber ew zarok bû dema ew bi DAIŞê hat naskirin.
Cezaya van tuhmetan digehe 20 sal zindan.