Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Fransa 29 kesan di xebateke li dijî Terorê de digire ji ber temwîla komeke terorîst li Sûrîyayê

AFP

Ev wêneya ku di 12ê Sibatê de hatiye kişandin, nîşana firoşgeheke çixareyan li Nantes, li rojavayê Fransayê nîşan dide. [Loic Venance/AFP]

Ev wêneya ku di 12ê Sibatê de hatiye kişandin, nîşana firoşgeheke çixareyan li Nantes, li rojavayê Fransayê nîşan dide. [Loic Venance/AFP]

Polîsê Fransî Sêşemê (29ê Îlonê) 29 kes girtin di operasyonekê de ku toreke temwîkirina terorê ya girêdayî tundrewên li Sûrîyayê armanc kir, li gorî dozgerên giştî.

Ofîsa dozgerîya giştî ragihand ku tora ku ji sala 2019an ve çalak e, bi piranî bi rêya kirîna koponên diravên elektronî yên ku kodên wan didan tundrewên li Sûrîyayê û pişt re ew dikirin hesabên bitcoin, ku ew diraveke elektronî ye.

Ofîsê di daxuyanîyekê dîyar kir ku ev xebateke cuda ye ji metodên berê yên veguhestina pereyan yên ji alîyê ajansên dijî fînanskirina terorê û sipîkirina pereyan ên Fransayê destnîşan kirine, ku ew metod bi piranî ji raspartinên diravî pêk tên.

"Çavdêrîkirina berdewam a van toran dihêle ku rêxistinên terorîst ku bêhtir rêkarên xwe yên nehênîkirinê xurt bikin bi rêya bikaranîna diravên elektronî mîna diravên bitcoin," daxuyanîyê got.

Tê payîn ku ew du tundrewên Fransî, bi navên Mesût S û Welîd F, herdu 25-salî, endazyarên torê bin, ku ji bakur-rojhilatê Sûrîyayê dixebitin, li gorî dozgeran.

Tê payîn ku ew endamên enîya tundrew a Tehrîr el-Şam in.

Ew her du bi 10 sal zindan di sala 2016an de bêyî ku li dadgehê amade bibin hatibûn cezakirin, û armanca girtinnameyeke navdewletî ne.

Hevkarên wan hatin girtin piştî ku heryekî ji wan hinek koponên bi buhayê 10 heta 150 euro (12 bo176 dolar) çend caran di mehên dawî de li çendîn cihan li Fransayê kirîn.

Kopon li cihên firoştina tutinê yên fermî yên bi navê Tabaks tên naskirin berdest in, ku 24,000 ji wan li Fransayê hene, ku ew herwiha hinek xizmetguzarîyên çend fatoreyên biçûk dabîn dikin, bêyî ku ew kaxez û belgehên kesane bixwazin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500