Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Emîrekî DAIŞê li Parîsê tê darizandin bi tohmeta tawanên kuştinê li Sûrîyayê pêk anîne

AFP

Roja 25ê Hezîranê, di dîmenekî dadgeheke Parîsê de tundrewê Fransî û mîrê DAIŞê Tyler Vilus gava di destpêka dadgehkirina xwe de ya li ser tawanên li Sûrîyayê yên di navbera 2013 û 2015an de diaxive xuya dibe. [Benoit Peyrucq/AFP]

Roja 25ê Hezîranê, di dîmenekî dadgeheke Parîsê de tundrewê Fransî û mîrê DAIŞê Tyler Vilus gava di destpêka dadgehkirina xwe de ya li ser tawanên li Sûrîyayê yên di navbera 2013 û 2015an de diaxive xuya dibe. [Benoit Peyrucq/AFP]

Tundrewekî Fransî Pêncşemê (25ê Hezîranê) li ser tawanên terorî hat dadgehkirin, hevdem ligel tohmetên ku wî serperiştîya bidarvekirinên li Sûrîyayê weke kesayeteke payebilind ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kiriye.

Tyler Vilus yê 30 salî, bi tawanên tevlîbûna di nava refên rêxistineke terorîst, serkêşîkirina komeke çekdarên DAIŞê û "kuştina biqesd" di navber 2013 û 2015an de rû bi rû dibe. Herwiha hikumê hetahetayî jî li bende ye eger ew were sûcdarkirin.

Lêpirsîner guman dikin ku ew beşekî lîwayê el-Muhacîrên (koçberan) be, ew jî komeke ku eşkence û bidarvekirin bêyî dagehkirineke tekûz û adil pêk tanîn, tiştê ku ew red dike.

Vilus herwiha bi serperiştîkrina bidarvekirinanan jî tê tawanbarkirin weke endamekî "polîsê şerîetê" li bajarokê Şedadê li bakur-rojhilatê Sûrîyayê, yê nêzî sînorê bi Îraqê re.

Di vîdyoyekê de ku di sala 2015an de ji alîyê mîdyaya DAIŞê hatibû weşandin, zilamek heye tê payîn ew Vilus be, ku derdora du metreyan ji cihê ku du girtîyên rûgirtî bi guleyan tên kuştin rawestîyayî ye.

Girtîyek ji wan ligel Artêşa Azad a Sûrî şer dikir û yê din jî leşkerekî rejîma Sûrî bû.

Vilus di Tîrmeha 2015an de li balafirgeheke Stanbolê bi pasporteke Swîsrî hate girtin û ji wir bo Fransayê hat dîportkirin.

Girtin û dadgehkirina wî weke serkeftineke mezin ji ajansên ewlekarî yên Fransî re tê dîtin, ji ber ku tê texmînkirin ku Vilus gelek tundrewên Fransî li Sûrîyayê nas dikirin.

Vilus mukur hat ku ew bi zilamî re ku ajansên hawalgirî yên Fransî texmîn dikin ku ew li paş êrîşên terorî yên Mijdara 2015an ên li Parîsê be, yê bi navê Ebdul Hemîd Ebaûd.

Dayîka Vilus sê caran bo piştgirîyê bide kurê xwe serdana Sûrîyayê kir û di Hezîrana 2017an de ji ber "pêbendîya wê ya sabit" bi tunrewbûna dijwar 10 sal hikum lê hatin birîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500