Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî rêgirîyê li 3 xwekujan li Kerkûkê dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî dest datînin ser hinek cilan ku di veşartgeheke DAIŞê de hatin dîtin di operasyoneke ewlehî de li başûrê rojavayê Kerkûkê roja 8ê Îlonê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî dest datînin ser hinek cilan ku di veşartgeheke DAIŞê de hatin dîtin di operasyoneke ewlehî de li başûrê rojavayê Kerkûkê roja 8ê Îlonê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Sê xwekujên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xwe teqandin piştî ku ew ji hêla hêzên polîsê Îraqî ve li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê roja Sêşemê (8ê Îlonê) hatin dorpêçkirin, berpirsekî xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên polîsê federal operasyoneke mezin dest pê kirin bo girtina endamên DAIŞê li deverên Reşad û Riyad li navçeya Hewîjayê, li rojavayê Kerkûkê, Îmad Deham, şêwirmendê parêzgarê Kerkûkê, ragihand.

Yekîneyine Firqeya 5ê ya polîsê Federal, firqeya maşînan û Lîwayê Misyonên Taybet di operasyonê de cih girtin, wî ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku yekîneyên endazyarî û hewalgirî piştgirî didan.

Deham ragihand ku di operasyona lêgerînê de, hêzên ewlekarîyê sê çekdar, ku wan xwe di veşartgehekê de li Wadî Şehama li Reşadê diveşartin, dorpêç kirin.

Otombîlên polîsê federal ê Îraqî tên dîtin di operasyonekê de li tixûbên parêzgeha Kerkûkê roja 8ê Îlonê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Otombîlên polîsê federal ê Îraqî tên dîtin di operasyonekê de li tixûbên parêzgeha Kerkûkê roja 8ê Îlonê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku du ji çekdaran xwe teqand piştî pevçûninan bi hêzên ewlekarîyê re. Yê sêyem hewl da ku bireve, lê piştî ku polîs dan ser pişta wî û ew dorpêç kirin wî kembera xwe ya teqîner teqand.

Deham got ku tu ziyan negihişt hêzên ewlekarîyê.

Operasyon bûye encama wêrankirina heft stargehên DAIŞê yên ku mişt cebilxane, çekên sivik, xwarin, derman û cil bûn.

Tîmên endazyarîyê herwiha bêhtir ji 30 bombeyan teqandin.

Deham da zanîn ku heşt gund, di nav de Tel Îd, Salih Ecem, Tuwêla û Selam, ji endamên DAIŞê hatin paqijkirin.

Deham da zanîn ku di çend heftîyên borî de, DAIŞê êrîşên xwe li ser hawîrdorên Kerkûkê zêde kirin, lê hêzên Îraqî hewl didin ku rê li ber terora wan bigirin bi rêya operasyonên serketî.

Wî daxuyand ku roja 1ê Îlonê, êrîşeke terorî hat çepelkirin dema ku hêzên ewlekarîyê rêgirî li xwekujekî kirin, ku ew bi otombîlekê ber bi cenazeyekê ve li başûrê Kerkûkê dihat.

Wî got ku milîtan hat neçarkirin otombîla xwe dûrî cihê armanckirî biteqîne, û da zanîn ku dê vê êrîşê hejmareke mezin ji kesên bêrî kuştibaye, lê bi tenê çend birîndarbûnên biçûk çêbûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500