Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ajansa Dijî-Terorîzmê ya Îraqî êrîşên DAIŞê bi rêya rêkarên parêzî têk dibe

Xalid Taî

Endamine Ajansa Dijî-Terorîzmê ya Îraqî bi ser şikeftekê li çîyayên Qereçoxê li rojavayê Nînewayê de digirin, weke beşekî operasyoneke ewlehî li dijî paşmahîyên DAIŞê di 18ê Tebaxê de. [wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamine Ajansa Dijî-Terorîzmê ya Îraqî bi ser şikeftekê li çîyayên Qereçoxê li rojavayê Nînewayê de digirin, weke beşekî operasyoneke ewlehî li dijî paşmahîyên DAIŞê di 18ê Tebaxê de. [wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzmê hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî-Terorîzmê ya Îraqî karîbû gelek êrîşên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên herdu mehên borî têk bibe, peyvdarê Ajansê Sebah Numan ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku hêzên bijarte operasyonine parêzî pêk tînin ku veşartgehên rêxistinê dikin armanc.

Stratejîya wan balê dikişîne ser "operasyonên ewlekarî yên parêzî", Numan got. "Hêzên me lêkolînine deqîq derbarê terorîstan de dikin û agahîyan ji gelek çavkanîyan derbarê xalên kombûnê û veşartgehên wan de kom dikin".

Wî da zanîn ku paşê jî êrîşên asmanî û operasyonên daxistinê li çîya û deverên biyananî tên ku bêyî piştevanîya asmanî ti kes nikare bigihîje van deveran.

Endamine DAIŞê ku ji alîyê Ajansa Dijî-Terorîzmê hatine girtin di vê wêneya ku 21ê Tebaxê hatiye kişandin de xuya dibin. [wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamine DAIŞê ku ji alîyê Ajansa Dijî-Terorîzmê hatine girtin di vê wêneya ku 21ê Tebaxê hatiye kişandin de xuya dibin. [wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzmê hatiye wergirtin]

Numan anî ziman ku "em hêza asmanî ya Îraqî bo operasyonên daxistinê li dijî armancine terorîst bi kar tînin û ev jî bi hevahengîya bi balafirên hevpeymanîya navdewletî da wan bombe bikin".

Wî daxuyand ku ev operasyon "gelek hewldanên dijmin da êrîşine terorîst ji veşartgehine ku texmîn dikirin ew bi rêya çavdêrî û koleçanê nayên dîtin, têk birin".

Numan teqez kir ku bi rêya operasyonên me yên parêzî, me karîbû plan û êrîşên terorîstan berî pêk bînin têk bibin," da zanîn jî ku gelek stargeh li bakurê Kerkûk, rêzeçîyayên Qereçox (rojavayî Nînewa) û başûrê Nînewayê hatin wêrankirin.

Herdu mehên derbasbûyî, Ajansa Dijî-Terorîzmê 35 paşmahî girtin, di nav de 10 çekdarên ku bi ser veşartgehên wan ên li bajarokê Şerqatê de hatin girtin li bakurê Selahedînê û li rojavayê Enbarê di 21ê Tebaxê de.

Herwiha 18ê Tebaxê jî, 10 çekdar hatin kuştin û neh şikeft bi operasyonên ajansê bi alîkarîya asmanî ya Îraqî û hevpeymanîya navdewletî li çîyayên Qereçoxê hatin wêrankirin.

Numan dîyar kir ku êrîşên dawî yên paşmahîyên DAIŞê bilindbûna asta çalakîyên rêxistinê nîşan nadin. Ev êrîş sînordarkirî ne û li deverên dûr pêk tên da bala ragihandinê bikişînin.

Wî anî ziman ku "agahîyên me yên hewalgirîyê xuya dikin ku ew hewl didin êrîşan pêk bînin, lê destwerdanên me yên zû her û her planên wan têk dibin.

Zehmet e em karibin hejmara paşmahîyên DAIŞê dîyar bikin, lê piranî li bakurê Diyala û başûrê Kerkûk, Enbar û biyabana Nînewayê belav dibin, wî got.

Numan teqez kir ku Ajansa Dijî-Terorîzm bi ajansên ewlekarî û hewalgirîyê yên din re hevahengîyê dike da van paşmahîyan "dûr an nêz" têk bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500