Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Îraqî teqemenîyên ku DAIŞê li şûn xwe hiştine li Kerkûkê radike

Xalid Taî

Polîsekî Îraqî nîşana serkeftinê çêdike piştî ew alaveke teqîner bêfitîl dike li Wadî Heşîşayê li Kerkûkê di 10ê Adarê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsekî Îraqî nîşana serkeftinê çêdike piştî ew alaveke teqîner bêfitîl dike li Wadî Heşîşayê li Kerkûkê di 10ê Adarê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên polîsê federal ê Îraqî navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê ya li rojavayê welat ji bombeyên bidestçêkirî û teqemenîyên din ên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatine çandin paqij kirin.

Zevîyekî mayînan li devera ku 104 bombeyên bidestçêkirî hat dîtin, polîs di daxuyanîyekê de roja Duşemê (9ê Adarê) got.

Kifşkirina zevîyê mayînan "piştî operasyoneke parêzî ya firqeya 3yem ya Polîsê Federal li ser binegeha agahîyên hewalgirî yên deqîq hat", Fermandarê Polîsê Federal ferîq Cefer Betat got.

Wî got ku yekîneya teqemenîyan hemû alav bi awayekî kontrolkirî li cihê wan teqandin.

Hêzên Polîsê Federal ên Îraqî zevîyek mişt teqemenî ku DAIŞê li şûn xwe hiştiye li Hewîcayê di 9ê Adarê de dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Polîsê Federal ên Îraqî zevîyek mişt teqemenî ku DAIŞê li şûn xwe hiştiye li Hewîcayê di 9ê Adarê de dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Di heman demê de, Firqeya 5mîn ya Polîsê Federal Pêncşemê dest danî ser 250 kîlogram ji teqemenîyên xeternak ên C-4 di lêgerînekê de li gundê Nuwêşînê û li Wadî Kerhayê li navçeya Reşadê ya Hewîcayê.

Herwiha şeş bombeyên bidestçêkirî jî bêfitîl kirin û galonekî plastîk dagirtî C-4 têk birin di lêgerîna xwe de li Wadî Heşîşayê li Reşadê.

''Xebateke bêhampa''

Polîs û hêzên artêşê "xebateke bêhampa" dikin daku Hewîca û bajarokên din ên hatine rizgarkirin ji bermahîyên DAIŞê ên şer paqij bikin, pisporê warê ewlehî Muhemed Rubeyî ji Diyaruna re ragihand.

"Dema ku rûberine berfireh ji Îraqê kontrol dikir, endamên DAIŞê hejmareke mezin a mayîn û bombeyên bidestçêkirî çandin daku baregehên xwe asê bike û astengîyê ji pêşketina hêzên rizgarker re çêbike," wî got.

"Gelek bombeyên bidestçêkirî ku bi awayekî ku zehmet bû ku werin kifşkirin an werin rakirin û bêfitîlkirin hatibûn çandin, ev yek tehedîyek bû ji tîmên rakirina mayînan û endazyarîyê re û ji dezgehên pispor ên din ên piştgir re jî," wî anî ziman.

"Tevî hemû tehedî û zehmetîyan, hêzên ewlekarîyê serkeftinên girîng bi dest anîn di paqijkirina deverên rizgarkirî ji bermayîyên şer ên terorîstan de," Rubeyî got.

Wî daxuyand ku Polîsê Federal li sînorên erkdarîya xwe li rojavayê Kerkûkê "bi hezaran mayîn, bombeyên bidestçêkirî û cebilxaneyên neteqiyayî" rakirin, yên di zêdeyî 200 gundan de li Reşad, Ebasî, û Riyadê, ligel li devera li derdora navenda navçeya Hewîcayê hatibûn çandin.

Wî anî ziman ku girîng ku em van xebatan berdewam bikin daku em "bermahîyên dijmin ji jêderên gefê bê par bikin û xeterîya teqemenîyan li ser jîyana sivîlan nehêlin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500