Nûçeyên Iraqê
Aborî

Bêcîya Selahedînê dîsan xebatên nûavakirinê berdewam dike

Xalid Taî

Buldozer mozelan ji kolaneke Bêcî li parêzgeha Selahedînê roja 16ê Tebaxê radike. [Wêne ji Ofîsa Şaredarê Bêcî hatiye wergirtin]

Buldozer mozelan ji kolaneke Bêcî li parêzgeha Selahedînê roja 16ê Tebaxê radike. [Wêne ji Ofîsa Şaredarê Bêcî hatiye wergirtin]

Bajarê Bêcî li bakurê parêzgeha Selahedînê xebatên xwe xurt dike bo nûkirina jêrxaneya wêrabûyî piştî derbasbûna dora pênc salan li ser derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Vê dawîyê birêveberîya xwecihî xebatên xwe berdewam kirin bo qedandina projeyên nûavakirinê bi piştgirîya rêxistinên navdewletî.

Piranîya avahî û fermangehên xizmetguzarî di dema şer û pevçûnan de ziyan dîtine, şaredarê Bêcî Saed Xez'al Qeysî got.

Wî got ku tevî parlemanê Îraqî Bêcî weke devereke kavil salekê piştî derxistina DAIŞê destnîşan kir, "nûavakirin hêdî hêdî pêk tê ji ber rêjeya mezin a wêranbûnê, ku dora 90% bû".

Dibistana Erîc a Keçan li Bêcî hatiye nûkirin piştî derxistina DAIŞê. [Wêne ji Sebeta Fînanskirina Deverên Ziyandar ji Terorîzmê hatiye wergirtin]

Dibistana Erîc a Keçan li Bêcî hatiye nûkirin piştî derxistina DAIŞê. [Wêne ji Sebeta Fînanskirina Deverên Ziyandar ji Terorîzmê hatiye wergirtin]

"Em hewl didin ku pêşketinekê di xebatên nûavakirina bajarê xwe de pêk bînin, ku bajarê me felaketeke rasteqîn li ser destê terorîstan jîyan kir," wî da zanîn.

Xebatên nûavakirinê dest pê dikin

"Me xebatên li ser projeyên çakkirina navendên ava vexwarinê û torên li nava bajêr dîsan dest pê kirine, bi hevahengî ligel Programa Geşesendinê ya NY (UNDP),"Qeysî ragihand.

"Em hêvî dikin ku em di demeke pir nêz de projeyekê bo nûavakirina torên avrêjîyê dest pê bikin, ku ev saleke ew proje ji ber petaya vayrûsa Koronayê [COVID-19] hatibû gîrokirin," wî got, û da zanîn ku binketin di qedandina vê projeya girîng û jîyandar de kar û xebatên di projeyên din de asteng dike.

Herwiha, pêngaveke li ser asteke berfireh hatiye destpêkirin bo rakirina kavilan ji kolanan û nûvekirina piranîya kolanên bajêr.

Qeysî got ku dora deh dibistanan hatine nûkirin û 10 dibistanên din hatine çakkirin ji hêla Sebeta Fînanskirina Deverên Ziyandar ji Terorîzmê, bi alîkarîya rêxistinên navdewletî.

Wî got ku birêveberîya bajêr rij de ku nûavakirina komavahîya Nexweşxaneya Giştî ya Bêcî biqedîne, û em dê zevîyeke guncan bo avakirina nexweşxaneyeke 100-text a nû terxan bikin.

Wî daxuyand ku xizmetguzarîyên bêhtir pêwîst in ji ber ku Bêcî "duyem mezintirîn navçeya Selahedînê piştî Samerayê".

Hevdem ligel van xebatan, tîmên teknîkî berdewam in di nûkirin û çaksazîkirina parzûngeha Bêcî û projeya kehrebeya li ser germahîyê de.

Baştirbûna rewşa ewlehî

Qeysî da zanîn ku rewşa ewlehîyê ya seqamgîr li bajêr hişt ku şênîyên bêwarbûyî vegerin warên xwe tevî nebûna xizmetguzarîyê û wêranîya ku gihiştîye mal û milkên wan.

Wî dîyar kir ku di çend salên borî de, dora 70% ji bêwaran vegerîyane bajêr, nifûsa bajar jî bêhtir ji 200,000 bû berî êrîşa DAIŞê ya di nîvê sala 2014an de pêk hat.

Wî da zanîn ku bi giştî 4,000 mal di şer de hatibûn wêrankirin û şewitandin, ku 700 ji wan bi piştgirîya şênîyên deverê û rêxistinên NY hatine çakkirin û nûkirin.

Qeysî banga piştgirîkirina planên parêzgehê yên bo bûjandina xizmetguzarîyên serekî yên ku bi bandora wan a rasterast li ser jîyana xelkê heye kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500