Hikumeta herêmî ya Selahedînê jimareke projeyên nûavakirinê yên nû li bajarên herî ziyan ji terorîzmê dîtine amade kiriye, parêzgarê parêzgehê Emar Cabir Înê (3yê Nîsanê) ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku hikumet "bi niyet bû konferanseke mezin li Bexdaya paytext di 18ê Adarê de bi amadebûna nûnerên welatên bexşdar, Yekîtya Ewropa, Banka Navdewletî û kompanîyên avakirinê li dar xistiba".
Armanc ji konferansê, gotûbêjkirina awayên alîkarîya parêzgehê ku çawa ji şopên terorîzmê xelas bibe û çawa dê binesazîya wêrankirî çaksaz bikin bû.
Lê ji ber nexweşîya vayrûsa Korona (COVID-19), "me biryar da ku konferansê bi paş bixin heya hinekî nexweşî kêm bibe", wî anî ziman.
Cabir dîyar kir ku "ev berhengarî weke hikumeteke herêmî, nikarîbû rê li ber berdewamkirina kar bigire da em rewşa parêzgeha xwe û sîstema jîngehê ya xizmetguzarîyên giştî baş bikin".
Wî got "qefla nû ya projeyên nûavakirinê bo balê bikişîne ser bajar û bajarokên herî ziyan ji terorîzmê dîtiye hatiye amadekirin, nemaze li deverên Bêcî, Yesrib û Elem".
Ev qefl dê nûavakirin û çaksazkirina bi dehan projeyên wêrankirî li gelek sektoran, weke sektora tenduristî, perwerde, pir, rê, niştekirin, kehreb û ava vexwarinê bigire dest.
Cabir got "me hemû lêkolînên [xwestî] bi dawî kirine da em dest bi projeyên vê salê bikin.
Pêdivî bi temwîla zêdetir bo nûavakirinê heye
Cabir dîyar kir ku di heman demê de, tevî fînansa darayî ya kêm projeyên nûavakirinên yên berê hatine destpêkirin berdewam in, da zanîn jî ku "pereyên budceya salane ya welat yên ji Selahedînê re veqetandî bi qaseya wêranîya parêzgehê re naguncin".
Wî daxuyand ku temwîlkirina projeyan xwe dispêre du çavkanîyên sereke: Sindoqa Nûavakirina Deverên ji Teroroîzmê Ziyandar, NY û rêxisitinên navdewletî.
Herdu salên borî, herî kêm 30 projeyên xizmetguzarî bi piştevanîya sindoqa niştimanî li parêzgeha Selahedînê hatin pêkanîn.
Hîna jî karê 40 projeyên din li dar e, ku bi giştî 43 milyar dînarên Îraqî (35 milyon dolar) dike.
Cabir daxuyand "sindoqê destek da nûavakirina xizmetguzarîyên kehrebê li Bêcî, ku 253 transformer xerabûyî hatin guhertin, amûd hatin danîn, û xetên nû bo enerjîyên bidin taxan hatin bicihkirin".
Wî da zanîn ku, ji vê zêdetir, pere bo nûavakirina projeya avê ya sereke li Bêcî hatin bikaranîn ku 2.5 milyar dînarên Îraqî (2.1 milyon dolar) kirin, û herwiha dibistan û projeyên xizmetguzarîyê li bajarokê Yesribê jî hatin vekirin
Cabir anî ziman ku yek ji projeyên herî girîng ku aniha berdewam e projeyke ku bi qasî 11.7 milyon dolaran bo nûavakirina rêya bilez a bajarê Tekrît û Mûsilê bi hev girê dide, ya gelekî ziyan ji operasyonên terorî û serbazî dîtiye.