Nûçeyên Iraqê
Aborî

Parêzgeha Selahedîn hewl dide dîsan navçeya Bêcî di qonaxa paş DAIŞê de ava bike

Xalid Taî

Otombîlên şaredarîyê kavil û mozelan ji avahîyên ku ji ber şerê li dijî terorê ziyan gihiştibû wan ra dikin, li naveçya Bêcî ya parêzgeha Selahedînê roja 22yê Tîrmehê. [Wêne ji Şaredarîya Bêcî hatiye wergirtin]

Otombîlên şaredarîyê kavil û mozelan ji avahîyên ku ji ber şerê li dijî terorê ziyan gihiştibû wan ra dikin, li naveçya Bêcî ya parêzgeha Selahedînê roja 22yê Tîrmehê. [Wêne ji Şaredarîya Bêcî hatiye wergirtin]

Birêveberîya xwecihî ya parêzgeha Selahedînê planeke nûavakirinê bi hevkarî ligel NY li navçeya bêcî dest pê kiriye, berpirsekî xwecihî ji Diyaruna re teqez kir.

Navçe bi dijwarî di operasyonên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Cotmeha 2015an de wêran bû, vê yekê jî hişt ku parlemanê Îraqî wê weke herêmeke bobelatdar berî sê salan îlan bike.

Ji wê demê de bi tenê nûavakirineke sînordar pêk hat û bêhtir ji 200,000 şênî nikarîn vegerin, ji ber ku xanîyên wan kavil man û xizmetguzarîyên giştî di rewşeke pir şepirze de ne.

Xebatên nûavakirinê ji 20 projeyên xizmetguzarîyên giştî û bi hazaran malên kavil didin ber xwe, parêzgarê Selahedînê Emar Cabir ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku ev proje dibistan, navendên tendirustî û jêrxane û fermangehên hikûmetê, di nav de av, kehrebe, rê û piran, dihundirînin.

Wî got ku kompanîyên ku hatine destnîşankirin ku projeyan bi cih bînin hatine agahdarkirin, û da zanîn ku dê Programa Geşedanê ya NY (UNDP) vê xebatê fînans bike û bi rê ve bibe bi hevkarî ligel sazîyên hikûmetê.

Cabir got ku planên nûavakirinê herwiha dîsan avakirina 1,000 ji eslê dora 7,000 malên ku kavil in li navenda navçeyê li xwe digire, û da zanîn ku xanîyên hatine şewitandin dê cihê berîtîyê bin.

Wî daxuyand ku parêzgeh hewl dide ku pêşketinekê di warê şiyandina navçeya Bêcî de pêk bîne bo "vegera hemû malbatên bêwar misoger bike û seqamgîrîyê û pêşketinê bi dest bixe".

Cabir bal kişand ser soza birêveberîya xwecihî ku 5,000 malên kêm-nirx ava bike li seranserê parêzgehê bo vehewandina him malbatên xizan û him malbatên bêwar.

Wî amaje bi serketina planên nûavakirinê li bajarên din ên parêzgeha Selahedînê yên ku ji terorîzmê hatine rizgarkirin, bi taybetî Tekrît, kir.

"Me hejmarek ji projeyan qedandine di nav de nûkirina 150 dibistanan û nûvekirina sazîyan [ên hikûmetê] ên ku ji 2014an hatibûn qapatkirin, ku ew sazîyên çendîn sektorên xizmetguzarîyên giştî ne," wî got.

Mîn zehmetîyeke mezin in

Ne bi tenê xizmetguzarîyên giştî rêgir in li ber vegera jîyana asayî bo Bêcî, lê belê mîn jî tehedîyeke mezin pêk tînin, parlemantarê Selahedînê, Muqdam Cumêlî ragihand.

Hîna navçe bi temamî ji xeterîya teqemenî û mînên DAIŞê ne ewleh ye, ku ew jî rêgirîyeke serekî ye ku nahêle şênî vegerin warên xwe û projeyên nûavakirinê biqedînin, ew wiha ji Diyaruna axêvî.

Wî got ku desthilatdarîya xwecihî aniha tev NY kar dike bo lezgînkirina proseya paqijkirina Bêcî ji paşmahîyên şer piştî serketina di rakirina bi hezaran mînnên ku di zevîyên çandinîyê û sazîyên giştî de veşartî bûn.

Weke beşên din ên parêzgeha Selahedînê, Bêcî û bajarokên li derdora wê ewlehîyeke baş jîya dikin, serokê encumena parêzgeha Selahedînê, Sebhan Mula Ciyad ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku operasyon berdewam in bo şopandin û armanckirina paşmahîyên DAIŞê li Cezîra Bêcî û biyabana ku heta bi parêzgeha Enbarê berfireh dibe.

Wî teqez kir ku êdî terorîst xeterîyekê li ser navçeyê dirust nakin, û da zanîn ku zehmetî bi awayekî serekî girêdayî xizmetguzarîyên giştî ne "yê ku em, weke berpirsên xwecihî, dixwazin wan berdest bikin".

Ciyad daxuyand ku projeyên nûavakirinê di çarçoveya plana hikûmeta xwecihî de dê jîngeheke jîyanê ya guncan ji bi hezarên şênîyan re dabîn bike, yên ku neçar man malên xwe biterikînin û aniha ew hêvî dikin vegerin warên xwe û dawî li rewşa bêwarîyê bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500