Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Zarok tên kuştin piştî gurbûna tundûtûjîyê li parêzgeha Deraayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zilamek li nêzî topekê şewitî radiweste, ku ew li otombîlekê ketibû di kemînekê de roja Duşemê (24ê Tebaxê) li parêzgeha Deraayê. [Wêne ji Baz News hatiye wergirtin]

Zilamek li nêzî topekê şewitî radiweste, ku ew li otombîlekê ketibû di kemînekê de roja Duşemê (24ê Tebaxê) li parêzgeha Deraayê. [Wêne ji Baz News hatiye wergirtin]

Çalakgerekî ragihand ku zarok li parêzgeha Deraayê li başûrê Sûrîyayê hatin kuştin roja Duşemê (24ê Tebaxê) dema ku bombeyeke çandî bi otombîla ew vediguhestin de teqîya û piştî ew hat gulebarankirin.

Hineke din jî di kemînê de birîndar bûn, ku çekdarine nenas pêk anîn, çalakgerê ji Deraayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîş di demekê de hat ku parêzgeh ji ber nebûna yasayê dinale, û gelek şênî rejîmê gunehbar dikin ku ew nikare rêkarên pêwîst werbigire bo parastina jîyana xelkê.

Kemîna Duşemê, li navenda bajarokê Daelê, Îmad Ebû Zrêq armanc kir -- endamekî berê yê opozîsyona Sûrîyayê, yê ku piştî rêkeftinên lihevhatinê bi ajansa ewlehîya serbazî ya rejîma Sûrîyayê re kar dikir.

Malik Ebû Zrêq, ligel zarokekî din hat kuştin roja Duşemê (24ê Tebaxê) di kemînekê de li parêzgeha Deraayê. [Wêne ji Hevgirtina Azadîxwazên Horanê hatiye wergirtin]

Malik Ebû Zrêq, ligel zarokekî din hat kuştin roja Duşemê (24ê Tebaxê) di kemînekê de li parêzgeha Deraayê. [Wêne ji Hevgirtina Azadîxwazên Horanê hatiye wergirtin]

Milîtanên ser bi Rûsyayê ve rêyekê li gundewarê rojavayî yê Deraayê digirin, piştî derketina şer û pevçûnan di navbera hêzên rejîmê û milîtanan de, yên ku berî aniha endamên opozîsyonê bûn. [Wêne ji Hevgirtina Azadîxwazên Horanê hatiye wergirtin]

Mesalma da zanîn ku Ebû Zrêq bêçek bû dema ku êrîş qewimî, û ew ligel karwanek zarokan bû ji yarîyeke pêgokê vedigerîyan.

Wî got ku du zarok di êrîşê de hatin kuştin û 10 kese din birîndar bûn.

Li Deraayê bêyasayî

Di daxuyanîyekê de roja Sêşemê, Tora Sûrî bo Mafên Mirov êrîş şermezar kir "û hemû çalakîyên weke wê yên ku sivîlan armanc dikin û wan bi awayekî hovane û bêserûber dikujin".

Rêxistinê bang li hêzên hikûmetê kir " ku li hemû cihên hebûna wan li wir heye berpirsyarîya parastina sivîlan li deverên li jêr kontrola xwe hilgirin, û lêpirsînan di bûyerên wiha de vekin û encaman ji raya giştî re eşkere bikin".

Kemîn paş raportên ku qala nakokîyekê di navbera Ebû Zrêq û komeke efserên ewlehî yên rejîmê kirin hat, nakokîyên li dor nebûna ewlehîyê li Deraayê, û redkirina wî ku biçe Idibê û tevlî şer bibe.

Mesalma got ku ev bûyer dengvedana rewşa bêyasayîbûnê ya ku li Deraayê belav e, û got ku hêzên rejîmê nikarin ewlehîyê misoger bikin.

Wî da zanîn ku ev rewş bûye sedema peydabûna talanî, kuştin, revandin û terorkirinên ku endamên hêzên rejîmê, ji hemû pileyan, herwiha hevkarên bi rejîmê re û dijberan armanc dikin.

"Hêzên rejîmê tu xebatê nakin bo danîna sînorekî ji vê kaos û gêrê re," wî got, û da zanîn ku şênîyên Deraayê hebûna wan, û herwiha hebûna hevalbendên wan red dikin -- wate hêzên Rûsî û milîsên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran).

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500