Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsekî Hizbulah li gundewarê Deraayê tê kuştin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şênîyên Deraayê di xwenîşandaneke bo redkirina hebûn û kiryarên rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê de cih digirin. [Wêne ji Hevgirtina Azadîxwazên Horanê hatiye wergirtin]

Şênîyên Deraayê di xwenîşandaneke bo redkirina hebûn û kiryarên rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê de cih digirin. [Wêne ji Hevgirtina Azadîxwazên Horanê hatiye wergirtin]

Çalakgerekî ragihand ku komeke çekdar a nenas berpirsekî Hizbulah li bajarê Deraaya Sûrîyayê kuşt di demekê de ku alozî li parêzgeha li başûrê welat berdewam dikin.

Xwenîşander li parêzgeha Deraayê herikîne kolanan bo şermezarkirina berfirehbûna karîgerîya Feylqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê( Pasdaran) û alîgirên wê û kiryarên ajansên ewlekarî yên rejîma Esed.

Berpirsekî Hizbulah bi navê Ehmed Nexlawî, li Tefesê li gundewarê Deraayê, hat kuştin, çalakgerekî xwecihî bi navê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Nexlawî, yê ku berpirsê xebatên tecnîdkirinê bû, yek ji berpirsên herî xuyayî yê Hizbulah bû li herêma Deraayê û başûrê Sûrîyayê.

Nivîsin li ser dîwarekî li Deraayê roja 6ê Kanûna Yekem destêwerdana Îranê li Deraayê şermezar dikin. [Wêne ji Hevgirtina Azadîxwazên Horanê hatiye wergirtin]

Nivîsin li ser dîwarekî li Deraayê roja 6ê Kanûna Yekem destêwerdana Îranê li Deraayê şermezar dikin. [Wêne ji Hevgirtina Azadîxwazên Horanê hatiye wergirtin]

Mesalma got ku êrîş di demekê de tê ku herêm pêlek ji tundîyê li dijî rejîma Sûrîyayê û alîgirên wê li herêmê heye, û gelek êrîş li ser rêbendên rejîmê û xalên pişkinînê pêk tên.

Berbelavbûna tundîyê

Wî got ku êrîşek li ser hêzên rejîma Sûrîyayê li derbasgeha gundê Xerbayê li gundewarê Deraayê bû sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji kesan di nava rêzên rejîma Sûrîyayê.

Wî got ku destpêkê çekdaran karîn birevin lê pişt re ew hatin giritn.

Melasma got ku di bûyereke din de, çar efserên rejîmê di dawîya Mijdarê de hatin kuştin, ku du ji wan du efserên payebilind bûn, yên ku li Deraayê kar dikirin.

Wî got ku şênîyên Deraayê bi berdewamî bihêrs in, û alozî û nerehetîya ji ber kiryarên rejîma Sûrîyayê û ewlekarîyê her diçe bilind dibin, kiryarên kurevandin, girtinên bêserûber û zorkirinê dihundirînin.

Wî got ku vê dawîyê leşkerekî Sûrî li bajarê Senemên hat revandin bo ligel ciwanên ku ajansên ewlekarî yên rejîmê ew girtine werin pevguhertin.

Wî got ku zêdebûna nereheîyê û alozîyê li Deraayê dibe ku sedema wê desthilata berfireh a milîsên ser bi Pasdaran ve yên li herêmê hene be, yên ku hewl didin ku karîgerî û bandora xwe berfireh bikin û baregeh û xalên pişkinînê ava bikin.

Wî got ku şênî van tevgeran û hebûna pasdaran red dikin, û da zanîn ku heme bibjêje ku xwenîşandan rojane pêk tên, û xwenîşander sloganên ku hêzên rejîmê û milîsên ser bi Pasdaran ve şermezar dikin blind dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500