Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Bi hezaran dirijin kolanan li dijî hebûna Îranê li Deraayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Baseke ku leşkerên Lîwayê 8ê yê Feyleqê 5ê hildigirtin tê dîtin piştî ku bombeyeke çandî pê de teqîya li gundewarê rojhilatî yê Deraayê roja 20ê Hezîranê. [Wêne ji Tora Nûçeyên serbazî û navxweyî yên Deraayê hatiye wergirtin]

Bi hezarên Sûrîyan li bajarê Deraayê li başûrê wî welatî slogan li dijî Îran, Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û Hizbulaha Lubnanî gotin dema bixaksipartina qurbanîyên roja Şemîyê (20 Hezîranê), li gorî çalakgerekî.

Neh leşker ji Lîwayê 8ê yê Feyleqê 5ê yê ku Rûsya piştevanîyê dike hatin kuştin dema ku bombeyeke çandî basa wan li gundê Kahil li rojhilatê Deraayê armanc kir.

Nozdeh leşkerên din di êrîşê de birîndar bûn, hinek ji wan bi giranî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Leşker ji gundewarê Laziqîyayê dihatin, ew tevlî korseke rahînanê li kampeke Feyleqê 5ê bûbûn, çalakê ji Deraayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Şênîyên Deraayê li nêzî çaleke mezin ku ji ber teqîna bombeyeke çandî bi basekê de kom bûne, basa ku leşkerên Lîwayê 8ê yê Feyleqê 5ê hildigirtin bû armaca bombeyeke çandî roja 20ê Hezîranê. [Wêne ji Tora Nûçeyên serbazî û navxweyî yên Deraayê hatiye wergirtin]

Bi hezaran şênîyên Deraayê di xwenîşandanekê de beşdar bûn piştî teqîna basekê roja 20ê Hezîranê, wan doza derketina Pasdaran û milîsên wê ji Sûrîyayê kir. [Wêne ji dîmeneke vîdyo ya Hevgirtina Azadîxwazên Horanê hatiye wergirtin]

Merasîmên defnê, yên ku li bajarê Busra el-Şam hatibûn birêveçûn, veguherîn bo xwenîşandaneke girseyî, ku bi hezarên sivîlan sloganên li dijî Îranê, Pasdaran û Hizbulahê gotin, li gorî Mesalma.

Wî da zanîn ku êlên deverê tevlî merasîmên bixaksipartinê bûn, û got ku ev yek redkirina berfireh ji hebûna Îranê re raber dike.

Li gorî Mesalma, her 1,600 leşkerên Lîwayê 8ê berê çekdarên Artêşa Azad a Sûrî bûn, ên ku tevlî lîwa bûn piştî rêkeftinên lihevhatinê bi rejîmê re yên bi serpereştîya Rûsyayê di sala 2018an de pêk hatin.

Wî got ku ew bi redkirina xwe ya bi yekcarî jihejmûna Îranî li herêmê dihatin naskirin, da zanîn ku çend pevçûn di navbera wan û çekdarên ser bi Pasdaran ve, bi taybetî çekdarên Hizbulah çêbûn.

Heta aniha tu alîyî berpirsyarîya xwe ji bûyera teqînê eşkere nekiriye, li gorî raporteke AFP.

Mesalma got ku hinekan Pasdaran tohmetbar kir ku ew li pişt bûyerê ye, "weke heyfhilandinê li dijî Lîwayê 8ê, yê ku tê dîtin ku rê nade Pasdaran ku li parêzgeha Deraayê û li başûrê Sûrîyayê belav bibe".

Wî daxuyand ku dibe hejmara mirîyan di rojên werê de zêde bibe ji ber ku birînên kesên birîndar dijwar in.

Mesalma got kumirov dikare bibêje ku rojan xwenîşandan li Deraayê li dijî hebûna Îranî hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500