Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam û hevrikên wê dikevin pevçûnan

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarekî Tehrîr el-Şam di êrîşa li ser malekê li gundewarê Helebê de cih digirin dibe ku tê de li çekdarine komên opozîsyonê yên tundrew digere. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çekdarekî Tehrîr el-Şam di êrîşa li ser malekê li gundewarê Helebê de cih digirin dibe ku tê de li çekdarine komên opozîsyonê yên tundrew digere. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Tengijînê konê xwe li parêzgeha Helebê ya rojavayî li nêzî sînorê Idlibê vedaye piştî rûdana pevçûninan di navbera Tehrîr el-Şam û endamên tundrew de yên lii jêr sîwana operasyonên oedya Faesbîtû şer dikin, çalakgerekî got.

Şer, qurban ji herdu alîyan çêkir, herwiha herî kêm 2 sivîl hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bû, şer li devereke tije-xelk rû da ku hejmarek kampên koçberan li wir hene.

Hîna tengijîn li beşine gundewarên Idlib, Heleb û Hemayê bilind dibin piştî rûdana hinek pevçûnan, çalakgerê Idlibî Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Dawîn bûyera tundîyê Şemîyê (25ê Tîrmehê) dest pê kir, gava xaleke pişkinînê ya Tehrîr el-Şam li dêketina bajarokê Etarib li rojavayê bajarê Helebê rastî êrîşekê hat û di encamê de du endamên ku dever bi rê ve dibirin hatin kuştin, wî got.

Siwarîyeke serbazî ya Tehrîr el-Şam li rojavayê gundewarê Hemayê tê dîtin ku tengijîn bilind e nemaze piştî şerê di navbera hevbendîya tundrew û komên hevrik de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Siwarîyeke serbazî ya Tehrîr el-Şam li rojavayê gundewarê Hemayê tê dîtin ku tengijîn bilind e nemaze piştî şerê di navbera hevbendîya tundrew û komên hevrik de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Idlibî anî ziman ku vê yekê hişt milîsên tundrew li ser asteke berfireh belav bibin, bi taybet ew ên girêdayî odeya operasyonên Faesbîtû ya vê dawîyê hatiye avakirin.

Faesbîtû ji pênc komên tundrew pêk tê: Huras el-Dîn, Ensar el-Îslam, Ensar el-Dîn, Tensîqîyat el-Cîhad û Lîwa Muqatilîn el-Ensar. Ew jî li ser daxwaza Huras el-Dîn hat avakirin, ku şaxê Qayîda yê li Sûrîyayê ye.

Tehrîr el-Şam weke bersiv êrîş bir ser bajarokê Til Ada yê Idlibê, li heman herêmê, û kete şerekî giran bi Huras el-Dîn re-- û herdu kom jî bi serkêşîya Ebû Yehya Cezayîrî û Quteyba Berşa ne bi taybet.

Idlibî destnîşan kir ku endamekî Huras el-Dîn di wî şerî de hat kuştin û yek jî birîndar bû, herwiha du sivîl ji ber guleyên wan hatin kuştin.

Wî got ku gelek kampên koçberan li derdora bajarokê Til Ada hene, da zanîn jî ku hinek konên li kampên Dêr û Şêx Mustefa ji ber pevçûnan zîyan dîtin.

Idlibî anî ziman ku ji berê de tengijîn û pevçûn di navbera Tehrîr el-Şam û tundrewên hevrik weke Huras el-Dîn û yên din de hene ku gelek caran gihaştine lûtkeyê li gel kontrolkirina Tehrîr el-Şam li ser hevrikan.

Idlibî dîyar kir ku şerê di navbera komên tundrew de ji ber êrîşên rojane yên ji alîyê rejîma Sûrî û komên bi ser wê de tê, destnîşan kir jî ku hîna beşine Heleb, Idlib û Hemayê tên bomebaramkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500