Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hevbendîyeke tundrew a nû nîgeranîyê li Idlibê çêdike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Ensar el-Tewhîd zevîyekî li Idlibê vekolîn dike. Vê dawîyê Ensar el-Tewhîd tevlî Huras el-Dîn bûn daku hevbendîyeke nû bi navê Nusret el-Îslam çêbikin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamekî Ensar el-Tewhîd zevîyekî li Idlibê vekolîn dike. Vê dawîyê Ensar el-Tewhîd tevlî Huras el-Dîn bûn daku hevbendîyeke nû bi navê Nusret el-Îslam çêbikin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Hevbendîyeke nû ya di navbera her du komên girêdayî Qaidê de sivîl nîgeran kirin li ser ewlekarîya xwe û rewşa giştî li herêmê, rewşa ku dibe bêtir were guhertin, çalakvanekî xwecihî got.

Di daxuyanîyeke nû de, Huras el-Dîn û Ensar el-Tewhîd îlan kirin ku ew tevlî hev bûn daku hevbendîya Nusret el-Îslam çêbikin, çalakvan Heysem Idlibî got.

Nîgeranîyên sivîlan ji du beşan in, wî ji Diyaruna re got.

"Ew ditirsin ku dê hevpeymanîya navdewletî deverên parêzgeha Idlibê yên ku ew kom lê ne bike armanc û dibe ku şer di navbera hevbendîya nû û komên din de çêbibin, bi taybet Tehrîr el-Şam."

Fermandarê payeya duyem ya Enîya Nusrayê ya berê Samî Urêdî, Urdînî ye, yek ji serkirdeyên herî sereke ye di hevbendîya Nusret el-Îslam ya nû de. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Fermandarê payeya duyem ya Enîya Nusrayê ya berê Samî Urêdî, Urdînî ye, yek ji serkirdeyên herî sereke ye di hevbendîya Nusret el-Îslam ya nû de. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Bakurê Sûryayê, û parêzgeha Idlibê bi taybet, bûye "depoyeke mirovî mezin" ji wan kesên ku bawirdarên vê îdîolojîya tundrew in, Idlibî got.

Ev çekdar ji deverin din reviyane, yanew bo vê deverê hatine anîn di çarçoveya lihevkirinên lihevhatinê yên berdewam bi rêjîma Sûrî re, wî got.

Îdîolojîyeke tundrew

Tevî ku vê dawîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êrîşî Huras el-Dîn kir, ji alîyê îdîolojî ve ew dimîne ya herî nêzîkî wê, Idlibî got.

Huras el-Dîn di dawîya Sibatê de hat damezrandin û tevî endamên wê piştgirîya Qaidê dikin, lê heta rêjeyeke bilind gengaz e ku ew hevkarîyê bi DAIŞê re bike, wî anî ser ziman.

Endamên Huras el-Dînberî vê şer di refên Enîya Nusrayê kir û red kir ku dest ji Qaidê berde û şer li dijî DAIŞê bike, wî got.

Ew ji tabûra Betar, tabûra Ebû Ubeyda bin Cerah, artêşa Badyayê, tabûra Ebû Bekir Sidîq, seraya Kabulê, Ceyş el-Sahil û Ceyş el-Melahim tên.

Ebû Humam Şamî fermandarîya wan dike, Huras Dîn gelek emîrên desthilatdar dihewîne, di nav wan de Cemal Zeyniyeh, ê ku herwiha weke Ebû Melek Telî tê naskirin, Xalid Erûrî, herwiha weke Ebû Qasim Urdinî tê naskirin, Îyad Tûbesî yê herwiha weke Ebû Culeybib Urdinî tê naskirin.

Bi giştî, Huras el-Dîn ji 2,500 endaman pêk tê, di nav wan de dora 900 çekdarên biyanî, Îdlibî got.

Ensar el-Tewhîd di dawîya sala 2016an de derket piştî ku bi sedan Cund el-Eqsayê veqetiyan, û baregeha wê li bajarê Sarmînê ye, li gundewarê Idlibê.

Ebû Diyab fermandarîya wê dike, yek ji damezrênerê wê ye, ew di nav rerefên xwe de ji çekdarên Sûrî û biyanî pêk tê, yên bawerîya wan îdîolojîya Qaidê tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500