Pênc hêzên tundrew ên li gundewarên Idlib, Heleb ûLaziqîyayê çalak in sîwaneke nû ava kirine bo bi hev re hevahengîyê bikin û nav lê kirine Odeya Operasyonên Fesbistû ("Li Ber Xwe Bidin"), li gorî çalakgerekî xwecihî.
Komên ku sîwana nû pêk tînin ev in: Huras el-Dîn -- a ku weke şaxê Qaidê li Sûrîyayê tê reçavkirin -- Ensar el-Îslam, Ensar el-Dîn, Tensîqîyat el-Cîhad û Lîwa el-Muqatilîn el-Ensar.
Hinek ji endamên hevbendîya nû endamên berê yên Tehrîr el-Şam in, ku bi nerînên xwe yên tundrew û şopdarîya xwe ji îdyolojîya Qaîdayê re tên naskirin, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.
Idlibî got ku sivîlan li gundewarên Idlib, Laziqîya, Heleb û Hemayê tirs û nîgeranîya xwe ji avakirina vê hevbendîya tundrew ya nû anî ziman, û w dibînin ku ev yek dê rewşa ewlehî xerabtir bike.
Wî got ku ew ne tenê ji gurbûna şer di navbera koman nû û rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê de ditirse, lê belê ew ditirsin ku koma nû û Tehrîr el-Şam jî bikevin nav pevçûnan de.
Wî got ku derketina girjî û alozîyan bi Tehrîr el-Şam re tê pêşbînîkirin, ji ber hinek ji berpirsên koma nû ji hevbendîya tundrew cuda bûn piştî nakokîyên îdyolojî, bi taybetî li dor îdyolojîya Qaîdayê re.
Hevbendî endamên tundrew dihewîne
Idlibî dîyar kir ku çekdarên ji her pênc komên tundrew ên ku odeya operasyonan a nû pêk tînin ji nasnameyên cuda ne.
Wî got ku serkirdeyên wê ev in: fermandarê Tensîqîyat el-Cîhad Ebû Ebid Aşidaa; fermandarê Lîwa el-Muqatilîn el-Ensar Cemal Zainiya ("Ebş Malik el-Telî"); û Ebş Fatih el-Ferxalî û Ebû Yeqzan el-Mesrî, ji Huras el-Dîn.
Idlibî dîyar kir ku tevî Huras el-Dîn bang bo avakirina hevbendîya nû kir, Ebû Ebid Aşidaa ji Tensîqîyat el-Cîhad bi fermandarîyê hat sipartin.
Wî da zanîn ku hevbendîya nû kampanyayeke nû ya tecnîdkirinê pêk tîne bo armanckirina endamên tundrew ên li herêmê, di nav de bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ.
Wî daxuyand ku armanca wan kontrolkirina hejmara herî gengaz ji deveran e, bi taybetî li deverên ku raserî çeperên rejîma Sûrîyayê ne.
Idlibî got ku du fermandarênxuyayî yên Huras el-Dîn hatin kuştindi êrîşeke bi dronê de ku otombîla wan li nêzî Idlibê armanc kir, piştî ragihandina odeya operasyonan a nû.
Wî got ku ew bi navê Bîlal Senaanî, ku bi nasname Yemenî bû, û Ebû Qasim Urdunî, bi nasname Urdunî bû hatin nasandan.