Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tecnîdkirina Uzbekîyan di nav rêzên komên tundrew de di ''rojên xwe yên dawî de ye''

Maksim Yeniseyev

Ebû Saloh û alîgirên wî li Idlibê li Sûrîyayê ne, ev vîdyo li ser hesabê Telegramê yê Ebû Saloh roja 7ê Tîrmehê hatiye belavkirin. Komeke çekdar a hevrik Ebû Saloh li Sûrîyayê di nîvê Hezîranê de girtiye. [Dosya]

Ebû Saloh û alîgirên wî li Idlibê li Sûrîyayê ne, ev vîdyo li ser hesabê Telegramê yê Ebû Saloh roja 7ê Tîrmehê hatiye belavkirin. Komeke çekdar a hevrik Ebû Saloh li Sûrîyayê di nîvê Hezîranê de girtiye. [Dosya]

Çavdêran got ku girtina bi dehên milîtanên ser bi komên tundrew ve li Sûrîyayê di mehên dawî de gurzeke biêş li xebatên tecnîdkirinê li Uzbekistanê xist.

"Rojên reş li pêşya 'karê' tecnîdkeran ne, yên ku ciwanên Uzbekî tevlî rêxistinên terorîst ên navdewletî li Sûrîyayê dikin," Uzbekistan News roja 2yê Tîrmehê di raportekê de got.

Ketîbet el-Tewhîd yek ji komên terorîrst ên serekî ye ku li jêr fişara Uzbekistanê de ye. Ew zêde pişta xwe bi tecnîdkirina ciwanan ji Uzbekistanê û Qîrxîzistanê girê dide.

Herwiha bi navê xwe yê Uzbekî Tewhîd û Cîhad Ketibesî tê naskirin.

Polîs li nav kompîterekî kesine guman heye ku endamên Ketîbet el-Tewhîd wel Cîhad li Taşkentê digerin, di vîdyoyekê de ku televîzyona Uzbekî roja 26ê Tîrmehê belav kir.

Polîs li nav kompîterekî kesine guman heye ku endamên Ketîbet el-Tewhîd wel Cîhad li Taşkentê digerin, di vîdyoyekê de ku televîzyona Uzbekî roja 26ê Tîrmehê belav kir.

Endamekî Ketîbet el-Tewhîd, ku li Taşkentê hatiye girtin, mukurhaninekê dike roja 6ê Tîrmehê li ser akranê televîzyona Uzbekî.

Endamekî Ketîbet el-Tewhîd, ku li Taşkentê hatiye girtin, mukurhaninekê dike roja 6ê Tîrmehê li ser akranê televîzyona Uzbekî.

Di Hezîranê de, berpirsên Ajansa Ewlehî ya Uzbekî herî kêm 15 kes girtin bi gunehê endamtî di şaneke tundrew de li Navçeya Boysun , Parêzgeha Surxandarya (Surxondaryo), Uzbekistan News ragihand.

Kesên hatine girtin rol di tecnîdkirin û şandina ciwanan bo parêzgeha Idliba Sûrîyayê digerandin. Hemû bi bêhtir ji 20 sal zindan hatin cezakirin.

Serokê komê, Bekzot Kerîmov, komên tundrew nas kirin dema ku wî li Rûsyayê kar dikir.

Wî pere bo Sûrîyayê dişandin û bi rêya înternêtê têkilî bi piştgir û şopdarên xwe re dikir, û vîdyoyên kevin ên serokê Ketîbet el-tewhîd Ebû Saloh bi kar tanîn bo tecnîdkirina Uzbekîyan, Uzbekistan News ragihand.

Di destpêka Tîrmhê de, dadgheke St. Petersburg cezayê şeş sal zindan li Kerîmov birîn, li gorî mîdyaya Rûsî.

Li parêzgeha Jizaxê, Ajansa Ewlehî 23 kes ji ber gunehê endamtîya di şaneke tundrew de girtin, AKIpress 9ê Tîrmehê ragihand.

Serokê komê kete jêr bandora terorîstên li Turkîyayê, li gorî raportê, û wî piştgir bi rêya Odnoklassniki û Telegramê peyda kirin.

Roja 23yê Hezîranê, Ajansa ewlehîyê û Wezareta Hundir 25 endamên Ketîbet el-Tewhîd li parêzgeha Taşkentê girtin, li gorî mîdyaya navxweyî.

Ew ketin jêr bandora kesekî Uzbekî bi navê A. Ebdukaxarov, ku ew di nava rêzên Ketîbet el-Tewhîd de ye li Sûrîyayê, ku endamên şanê plan dikirin biçin wir.

Sê ji girîtyan berê bi terorîmê û tundrewîyê hatibûn gunehbarakirin. Ebdukaxarov hîn nehatiye girtin.

Roja 30 Hezîranê, Wezareta Hundir û Ajansa Ewlehîyê 11 kesên din ku guman heye endamên Ketîbet el-Tewhîd bin li Taşkentê girtin.

Hemû girtî li jêr bandora milîtanên Ketîbet el-Tewhîd bûn û plan dikirin biçin Sûrîyayê bo tevlî şer bibin.

"Me li gotarên Ebû Saloh, Ebduloh Zufar û Sudîk Semerkendî guhdarî kir û me bi rêya Telegramê ji hev re dişandin. Di encamê de me biryar da em tevlî 'cîhad' bibin," yek ji girtîyan ji Uzbekistan 24 re ragihand.

"Min dest bi guhdarîkirina gotarên Zufar û Semerkendî," girtîyekî din ji heman kenalê re got. "Xelekek ji kesên wek hev bîr dikin di navbera me de peyda bû. Di karantînê de [ya vayrûsa Koronayê], em li cihin cuda kom bûn bo nimêja Înê û em hev li ser 'cîhadê' han da."

Serkirdeyê berê yê Ketîbet el-Tewhîd li Sûrîyayê ''tê girtin''

Tê payîn ku Ketîbet el-Tewhîd ji koma Cemaet el-Tewhîd wel Cîhad cuda bûye, ku terorîstê Urdinî Ebû Museb el-Zerqawî ew damezrandîye. Ew berpirsa gelek êrîşên terorî ye li seranserê cîhanê.

Dadgeha Bilind a Uzbekî di sala 2016an de ew qedexe kir, û Komîteya Uzbekistanê ya Karûbarên Olî Kanûna Yekem a borî materyalên propagandayê yên komê xistin di lîsta reş de.

Navê Ketîbet el-Tewhîd derketibû piştî teqîna xwekujî li St. Petersburg, li Rûsyayê, di Nîsana 2017an de.

Dadgeheke Rûsî Kanûna Yekem a par 11 endamên ji Uzbekistan, Tajikistan û Kîrgîzistan bi alîkarîkirin di pêkanîna teqînekê de, ku 15 kes kuştin, tawanbar kirin.

Hemû sûcdar ser bi komê ve bûn, di dema serokatîya Ebû Saloh, ku kesekî Uzbekî ye ji Kîrgîzistan ku li Sûrîyayê şer dikir, li gorî desthilatdarîyên Rûsî.

Ebû Saloh, ku navê wî yê rastî Sirojidîn Muxtarov e, ji serokatîya komê di Nîsana 2019an de vekişîya bo tevlî xebatên darayî û tecnîdkirinê bibe, li gorî posteke Ketîbet el-Tewhîd li ser Telegramê.

Meha borî, Tehrîr el-Şam, ku komeke îslamî ya bihêz e li parêzgeha Idliba Sûrîyayê, pêngaveke serbazî li dijî komên hevrik dest pê kir, li gorî raportên rojnamevanî û rêxistinên mirovî.

Ebû Saloh yek ji çekdaran bû ku di êrîşekê de hatibûn girtin û ketibûn destên endamên Tehrîr el-Şam de, li gorî kenalên Telegram ên çekdarên Uzbekî yên li Sûrîyayê.

"Sedema girtina Ebû Saloh û du ji piştgirên wî sade û hêsan e -- ew bi dizîya pereyekî mezin ji beyt el-Mal (ku dahatên bacan û karên nerewa li wir tên komkirin, ew mîna gencînekê ye)," rojnamegerê Uzbekî Vîktor Mîxaîlov got.

Di 21ê Sibatê de, 21 alîgirên Ebû Saloh li Uzbekistanê hatin girtin. Şanê ciwanên Uzbekî tecnîd dikirin bo wan bişînin Sûrîyayê û çalakîyên terorî bikin.

Şikandina movikên torên tecnîdkarîyê

Şirovekar dibêjin ku şanên dawî yên Ketîbet el-Tewhîd li Uzbekistanê di girtinên meha Hezîranê hatin jinavbirin.

"Ez bawer dikim ku ew rojên dawî yên torên tecnîdkarîyê [yên Ketîbet el-Tewhîd] li Uzbekistanê dibînin," pisporê zanista siyasî Umîd Asatulayêv got.

"Ev gurza azarbar a pêkanîna yasayê dawîyek ji piştgirên dawî yên Ebû Saloh û hevalrêyên wî re danîn," wî got. "Ew bi yekcarî dupatkirin e ku êdî tu bingeh tune ye ku bi saya wê karibe tecnîdkirinê li Uzbekistanê encam bide. Dê şanên nû jî rastî heman çarenivîsê bibin."

"Eşkere ye, ku ev qeyran bi tenê beşeke ji kêferata tundrewên Sûrî, di nav de komên ku giranîyê didin Asyan Navîn," wî got.

"Êdî ew ji bo hizirên xwe şer nakin belê şerê hev dikin -- li ser samanên mayî," wî got. "Di dawî de, kes ne li benda wan e. Û hizira Utopyayî ya veguhestina 'xîlafetê' bo Afxanistanê bi bin ket."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500